Lixwemikurhatina Beşar Esed

Beşar Esed li xwe mikur hat ku rewşa debarê ya sûriyeyiyan pir xirab e û got destwerdana biyanî li pêş çareserkirina krîza Sûriyeyê dibe asteng. Lê belê Beşar Esed siyaseta xwe ya ku sedema krîza debarê ye ji bîr kir.

Lixwemikurhatina Beşar Esed
30 îlon, 2023   06:44

Di kanaleke Çînê ya navendî (CCTV) de Esed bersiva pirsên li ser nirxandina rewşa Sûriyeyê da û got: "Bê guman rewşa niha ne baş e yan jî xirab e. Em aşekra bin rewş ne baş e û êş zêde dibin."

Esed da zanîn ku şerê li Sûriyeyê bi dawî nebûye û wiha domand: "Hîna em di nav şerê niha de ne. Niha herêma me rûbirûyî şerekî yê xwediyê du cureyên xeternak e; xeteriya Lîberaliya nû-rojavayî ku li Amerîka hate avakirin û xeteriya tundrawiyê."

Esed li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê got destwerdana biyanî li pêş çareserkirina krîza Sûriyeyê astengiyeke mezin e, pirsgirêka Sûriyeyê ya ku xuya dike girêk e, ne wisa ye, dibe ku di çend mehan de bê çareserkirin ne çend salan.

(fr)