​​​​​​​Eşîra Munasera: Em bi QSD′ê re ne

Rûspî û serokeşîrên qebîleya Begara - eşîra Munasera bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji QSD'ê re ragihandin û gotin, ew ê li ber hewldanên derxistina fîtneyê rabin.

​​​​​​​Eşîra Munasera: Em bi QSD′ê re ne
29 îlon, 2023   17:51

Daxuyanî ji aliyê serokeşîrê eşîra Munasera Xalid Xelîl El Mozir ve li dîwana wî ya li gundê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê rûspiyên qebîleya Begara li  Dêrazorê em radighînin ku em ê li hember hewldan û komployên derxistina fîtneyan û xirabkirina ewlehiya herêmê bisekinin ku ji aliyê hikumeta Şamê, milîsên Îran û Tirkiyeyê ve têne kirin. Li hemberî van hewldanan em piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re nîşan didin.

Her wiha em bang li hemû welatparêzan dikin ku piştgirî bidin QSD'ê û li hember van êrişên terorî yên bi armanca têkbirina projeya me ya demokratîk û talankirina herêmê rabin."

 (mh)

ANHA