Li Amedê  çalakiyên dijî tecrîdê

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li du nuqteyên cuda yên taxa Şilbe ya navçeya Peyasê ya Amedê çalakî kirine.

Li Amedê  çalakiyên dijî tecrîdê
29 îlon 2023   09:45

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) bi daxuyaniyekê ragihand ku li taxa Şilbeyê dikanek dane ber agir ku ya B.K. bû û hate tespîtkirin bi dewleta Tirk re hevkarî dikir.

Di daxuaniyê de hat dîyar kir ku li hemberî nuqteya kontrolê ya polîsan a li heman taxê jî çalakiyek bi bombeya deng hatiye pêkanîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşakirin ku çalakî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hatine li darxistin û we çalakî berdewam bikin.