Li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîd Rustem Cûdî semîner

Ji bo bîranîna Şehîd Rustem Cûdî rewşenbîrên herêma Cizîrê semînerek orgenîze kir. Di semînerê de jiyan, şoreşgertî û têkoşîna şehîd Rustem Cûdî hate vegotin.

Li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîd Rustem Cûdî semîner
27 îlon, 2023   18:18

Bi boneya salvegera 12`emîn a şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê şehîd Rustem Cûdî, li bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê semînerek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Rustem Cûdî li dar xist. Di semînerê de rewşenbîr, nivîskar û endamên partiyên siyasî amade bûn.

Semîner ji aliyê Endamê Koordînasyona TEV-DEM Yûsif Kûtî û birayê şehîd Rustem Cûdî Xelîl Yûsif Osman ve hat birêvebirin. Xelîl Osman di axaftina xwe de behsa jiyan û naskirina şehîd Rustem Cûdî ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir û got: “Şehîd Rustem di 1965`an de ji dayik bûye, jiyana wî di gelek qonaxa re derbas bûye. Ew li gundekî di navbera Til Temirê û Serêkaniyê de di nava jiyaneke bi xwezayê re mezin bûye. Lê mîna her malbateke welatparêz, çavên me li çirûska azadiyê bû. Bi demê re ji ber karê siyasî em gelek caran rastî zext ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin. Gelek caran bi ser mala me de jî digirtin.”

Xelîl da zanîn ku şehîd Rustem ji biçûkaniyê de rêzdar û jîr bû û got: “Di 1974`an de em derbasî Serêkaniyê bûn, di nava civakbûneke cur be cur de em jiyîn. Hevalê Rustem jê razî bû, di serhildana xwendekaran de ya sala 1970`î de li Bakur çavê me hemûyan li wê deverê ma. Ji ber ku me jî daxwaza azadiyê dikir. Rustem berê xwe da Tevgera Azadiyê, di sala 1987`an de li Lubnanê Rêber Apo dît. Ji semînera yekê ve tev li kar û xebatê tevgerê bû. Li Şamê û gelek deveran tê koşiya.”

Birayê şehîd Rustem Cûdî, Xelîl Osman got: “Şehadeta wî li me giran hat, lê bi qasî wê em serbilind bûn jî.”

Endamê Koordînasyona TEV-DEM Yûsif Kûtî jî axivî û destnîşan kir ku ew niha di bîranîna qehremanekî û kesayetekî ku mohra xwe li dîrokê xistiyê, di şoreşgertiya xwe de pêşengî û li gelek deveran geriyaye, rewşenbîr û siyasetmedarekî şoreşger de ne.

Kûtî da zanîn ku şehîd Rustem Cûdî di nava gelek fikrên partiyên Kurdî de, fikra Rêber Abdullah Ocalan hilbijart û cihê xwe wek şoreşgerkî di tevgerê de girt.

Kûtî destnîşan kir ku yek ji sedemên tevlêbûna şehîd Rustem ji Tevgera Azadiyê re ew e, wî fêm kir gel encax bi ideolojiyeke temamker azad bibe û wiha domand: “Şehîd Rustem di pirtûka xwe de rewşa civaka li Rojhilata Navîn dide şîrove kir. Tê de balê dikşîne rewşa jinan jî. Dibêje sîstem ewqasî ji bo rihê xwe, jinan bi kar tînin.”

Yûsif Kûtî diyar kir ku mirov ji pirtûkên şehîd Rustem Cûdî nas dike ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd e, lê belê Rêberê hemû civakên bindest e.

Semîner bi axaftinên beşdaran li ser şehîd Rustem Cûdî bi dawî bû.

(sb/şx)

ANHA