Şehîd Zeyneb Saroxan li goristana Şehîd Dijwar hate bibîranîn

PYD`ê û malbatên şehîdan, şehîd Zeyneb Saroxan di salvegera yekemîn a şehadeta wê de li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê bi bîr anî.

Şehîd Zeyneb Saroxan li goristana Şehîd Dijwar hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li goristana Şehîd Dijwar hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li goristana Şehîd Dijwar hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li goristana Şehîd Dijwar hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li goristana Şehîd Dijwar hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li goristana Şehîd Dijwar hate bibîranîn
27 îlon, 2023   18:16

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hevserokê Nivsîgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Seroxan di salvegera yekemîn a şehadeta wê de bi bîr anî. Şehîd Zeyneb 27`ê Îlona 2022`yan di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî wê de şehîd bûbû.

Şandeyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, PYD`ê, Kongra Star, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê, Meclisa Kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, malbata şehîd Zeyneb tev li merasîma bîranînê bûn ku li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê li dar ketiye.

Di merasîmê de, endama rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê, Zehra Semo axivî û got: “Malbata şehîd Zeyneb, welatparêz e. Beriya şoreşê û di şoreşê de tê koşiya û li ber xwe da.”

Zehra soz da ku rêya şehîd Zeyneb û tevahî şehîdan bişopînin ta ku hêviyên wan pêk bînin.

Xwişka şehîd Zeyneb Ezmîran Saroxan axivî û got: “Bi hebûna me li vir, em peyameke mezin didin dijmin ku têkoşîna me berdewam e.”

Di dawiya merasîmê de beşdaran berxwedana şehîdan silav kir.

(şx)

ANHA