Li Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hate bibîranîn

Şêniyên Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi merasîmekê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hate bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hate bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hate bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hate bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hate bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hate bibîranîn
27 îlon, 2023   18:33

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, tevgerên jinan û ciwanan, rûspiyên herêmê tev li merasîmê bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xistiye.

Malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm pêxistin.

Dûre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl axivî û got: “Em şehîdên xwe ji bîr nakin. Fermandarê KCK`ê Rustem Cudî û endamên komîteya leşkerî ya HPG`ê yên di bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne, şehîd Sara, Rûken bi bîr tînin. Me îro şehîd Seyîd Evren û Aslan Qamişlo jî oxir kir.”

Hind wiha domand; “Em ji dijmin û zordaran re dibêjin, em ê baldar bin, em nahêlin hûn bikevin axa me.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Saqir Cirniyê axivî û got: “Em îro şehîdên xwe bi bîr tînin ku di oxira welêt û gel de canê xwe feda kirin. Em dê rêya wan berdewam bikin ta ku serkeftin pêk were. Em dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Piştî wê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Yehya El Meslûb axivî û got: “Em îro şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin. Bi saya wan, planên sordestan bi bin ketin. Em careke din soz didin wan ku rêya wan berdewam bikin û tevahî axa dagirkirî rizgar bikin.”

Di dawiya merasîmê de sînefizyonek têkildarî şehîdan û dîroka şehadeta wan hate pêşandan.

(şx)

ANHA