​​​​​​​′Bi hevgirtina bi QSD′ê re ala serkeftinê bilind dibe’

Xelkê Hesekê diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê bi QSD′ê re hêzeke mezin ava kir û got QSD nûnertiya hemû gelên herêmê dike û hembêzkirina wê erkeke neteweyî ye.

​​​​​​​′Bi hevgirtina bi QSD′ê re ala serkeftinê bilind dibe’
22 îlon, 2023   23:37

Ji bo çêkirina alozî û pêkanîna şerekî mezhebî bi rêya derxistina fitneyan di nava pêkhateyan de, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek aliyan ve zêde dibin. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember wan êrişan sekinîn û têk birin.

Ji pêkhateya Kurd a li Hesekê Ferhan Dawûd li ser mijarê axivî û wiha got: “Bûyerên li herêmê û gefên li dijî herêmên me bi hev ve girêdayî ne. Armanc ew e ku destkeftiyên herêmê û Rêveberiya Xweser têk bibin. Lê bi hevgirtina pêkhateyan û sekna wan li kêleka hêzên xwe yên leşkerî tevahî plan û gef têk birin.”

Dawûd wiha domand: “Yekitiya pêkhateyan xwe îsbat kir û ala serkeftinê hilda. Mîna li Dêrazorê pêk hatiye. Eşîr û pêkhateyên herêmê li dora QSD′ê civîn û plan têk birin. Ev yek li dijî kesên pişta xwe dane aliyên derve, derbeyeke mezin bû.”

‘HEVGIRTINA PÊKHATEYAN BI QSD′Ê RE MERTALEKÎ XURT E′

Li aliyekî din jî serokê Meclisa Gel a Asûrî Îlyas Enter Îlyas wiha got: “Ji gelek aliyan ve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtî ye. Tiştê li Dêrazorê pêk hatiye ji bo derxistina fitneyê bû. Lê bi yekitiya pêkhateyan û sekna wan a li kêleka hev, plan hatin têkbirin.”

Îlyas wiha domand: “Parastin erka her kesî ye. Ji ber top û moşekên dijmin tu pêkhateyan ji hev cuda nake, hemû hedefgirtî ne. Ji lew re divê hemû parastina herêmê bikin. Îro QSD′ê ji zarokên wan hate avakirin, ji lew re divê hûn li dorê bicivin û tev li parastina herêmê li dijî her êrişekê bin."

′QSD XELASÎ Û EWLEHÎ YE′

 

Ednan Mehmûd Dawûd ê ji pêkhateya Ereb wiha got: "QSD′ê hêza ku herêma diparêze û ji tevahî pêkhateyên herêmê hate damezrandin. Ew nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

Dawûd wiha domand: "Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê serkeftinên mezin hatin qezenckirin; ji wan jî ruxm dorpêça ji tevahî aliyan ve parastina îstîqrar û ewlehiya herêmê ye."

Dawûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê pêkhateyên herêmê li dora QSD′ê bicivin. Ji ber ku QSD′ê rizgarî, xelasî û ewlehiya gelê herêmê ye."

(fr)

ANHA