Çeteyên Dîfa Wetenî êriş mala serçeteyê xwe yê berê kir

Hate ragihandin ku duh êvarê çeteyên ji serçeteyê Dîfa Wetenî Ebduhqadir Hemo parçe bûne, êriş mala Hemo ya li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê kir.

Çeteyên Dîfa Wetenî êriş mala serçeteyê xwe yê berê kir
21 îlon, 2023   05:10

Li gor çavkaniyan, piştî ku hikumeta Şamê êirş mala serçeteyê Dîfa Wetenî Ebdulqadir Hemo ya li çaroşeya ewlehiyê kir, hêzên ewlehiya leşkerî yên hikumeta Şamê, hewl dane bi serçeteyê Dîfa Wetenî re diyalogê bikin.

Çavkaniyek bi bîr xist ku diyalog bi bin ket, ji ber ku Ebdulqadir Hemo qebûl nekir xwe teslîm bike. Di vê navberê de Komeke çeteyên ku ji serçete Hemo parçe bûne, êriş mala wî kir.

Li gor heman çavkaniyê, çete Hemo bi giranî birîndar bûye, hîna di mala xwe de û xwe teslîm nake.

(şx)