KJK: Berxwedan û yekitî bersiva li dijî xiyanetê ye

Koordînasyona KJK'ê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyaneta PDK'ê û malbata Barzanî helwesteke şênber nîşan bide, berxwedanê mezin bike û pêngava yekitiya neteweyî xurt bike. KJK'ê got, ev yek wê bibe bersiva herî mezin.

KJK: Berxwedan û yekitî bersiva li dijî xiyanetê ye
21 îlon, 2023   05:51

KJK'ê diyar kir ku li Kurdistanê hîmê yekîtiya neteweyî ya demokratîk xwe dispêre îradeya jinê û got, "Li dijî faşîzma dewleta Tirk û PDK'ê ku weke hevkar li ser xeta xiyanetê dimeşe, divê em jin bibêjin 'rawest e' û têkoşîna xwe mezin bikin. Li hemberî van êrişên li ser jiyan, netewe û nasnameyê divê em li her derê bi îradeya xwe ya rêxistinbûyî têbikoşin. Li dijî planên tunekirina Kurdîtiyê ya di sedsala 21'ê de, em jinên Kurd divê hebûn, welat û nasnameya xwe biparêzin û rê nedin xiyanet û qirkeriyê."

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) êrişa li ser Nûnertiya Başûr a KNK'ê û Balafirgeha Erbetê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Hewlêrê di 18'ê Îlonê de êriş li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK'ê hate kirin û di encamê de hevalê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. Heman rojê li ser balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyeyê êriş hate kirin û sê pêşmergeyên antî-terorê yên YNK'ê şehîd ketin. Em hevalê Denîz û sê pêşmergeyên YNK'yî yên ku di van êrişan de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê Kurd re dixwazin. Divê bê zanîn ku em ê van êrişan bi ti awayî qebûl nekin, bi mezinkirina têkoşîna xwe ya li dijî xiyanet û qirkeriya faşîst em ê hesab bipirsin.

JI BO BÎRANÎNA DENÎZ BULBUN EM KARÊ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIGIHÎNIN ASTA HERÎ BILIND

Hevalê Denîz ku ji bo pêşketina yekîtiya neteweyî ya demokratîk a li Kurdistanê kedeke mezin da, di şexsê wî de êriş li ser hewldanên neteweyî yên hêja yên KNK'ê hate kirin. Hişmendiya neteweyî, danhevî hevalê Denîz û kesayetiya wî ya çandî ku mirov digihand hev, di karên yekîtiya neteweyî de ew kir mînakeke pêşeng. Bersiva li bîranîna hevalê Denîz wê parçekirina xiyanetê û mezinkirina karên ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk be. Eger dijmin bi êrişa li ser karên KNK'ê û êrişa li dijî hevalê Denîz dixwaze ku karên yekîtiya neteweyî têk bibe û li statuya mêtingeriyê ya beriya sed salî mehkûm bike, bersiva li dijî vê yekê divê xurtkirin, mezinkirina yekîtiya neteweyî û bidawîkirina xiyanetê be. Tenê bi vî rengî bersiv li bîranîna wî dikare bê dayin.

KIRYAR DEWLETA TIRK Û PDK YE

Êrişa li ser balafirgeha li Silêmaniyeyê jî ji bo wê armancê ye ku dewleta Tirk hevkariya xiyanet-sîxurî ya ku bi PDK'ê re afirand li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike, teslîm bigire. Ji bo hêzên ku li Kurdistanê bi nasnameya xwe hene û têdikoşin teslîmî dewleta Tirk bibin, pêngaveke êrişê hatiye destpêkirin. Êrişên ku di nava çend rojan de ji Rojava heta bi Şengalê, Bradostê, Silêmaniye û Hewlêrê hatin kirin, nîşaneya vê pêngavê ne. Ji xwe PDK li herêmên Zap û Metînayê jî demeke dirêj e serkêşiyê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re dike. Dema dawî PDK hewl dide bikeve qadên gerîla yên li Bradostê, bi vî rengî şer sor bike. Di heman demê de jî êrişên navborî qewimîn ku ev hemû bi şênberî nîşan didin ku çavkaniya van êrişan hevkariya dewleta faşîst a Tirk û PDK ye. Êriş piştî serdana Hakan Fîdan a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hatin kirin ku ev kes wezîrê karên derve ye ku kujerek e û destê wî ketiye xwîna Kurdan. Lewma kiryarê van êrişan bi şênberî li holê ne.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd sûcê qirkirinê dike, PDK û malbata Barzanî jî li dijî nasname û neteweya xwe hevkariyê ji vî sûcê qirkirinê re dikin. Divê li dijî xiyaneta PDK'ê û malbata Barzanî û êrişên dewleta Tirk a qirker-mêtinger divê Kurd helwesteke şênber nîşan bidin, berxwedanê mezin bikin û pêngava yekîtiya neteweyî xurt bikin. Ev yek wê bibe bersiva herî mezin.

YA KU BI SER BIXÎNE BERXWEDANA LI DIJÎ XIYANET Û FAŞÎZMÊ YE

Ev pêngava êrişê ji bo tasfiyekirina destketiyên pêncî salên dawî yên Kurdan e. Her tişt gelekî eşkere û li ber çavan e. Dewleta Tirk di êrişên qirkirinê de, hevkarê wê PDK jî di xiyanetê de gihîştine radeya herî dawî, bi rengekî çalak bi eşkere li gel hev tevdigerin. Divê gelê me û jinên Kurd xeta PDK'ê ya ku li dijî gelê xwe, li dijî gerîla yên rûmeta Kurdîtiyê diparêzin, li dijî saziyên demokratîk û partiyan şer dike, destketiyên Kurdistanî parçe dike û pêşkêşî dijmin dike bibîne û li hemberî vê yekê helwestê nîşan bide. Başûrê Kurdistanê, Hewlêr, Kerkûk malê kesî nîne, mal û milkê malbata Barzanî nîne. Çarenûsa gelê Kurd, jinên Kurd, çarenûsa Kurdistanê bi xeta xiyanetê diyar nabe. Li dijî teslîmiyet û xiyanetê dem dema berxwedan û serketinê ye. Di sedsala 21'ê de ya ku Kurdan bi ser bixîne, mezinkirina berxwedana li dijî xeta xiyanetê, berxwedana li dijî faşîzma qirker e. Ji bilî vê yekê rêyeke din nîne ku destketiyên Kurdan biparêze û bi pêş ve bibe.

ARMANCEKE DIN A ÊRIŞAN GELÊN IRAQÊ YE

Armanceke din a van êrişan jî gelên Iraqê ye. Heman sûcê şer li dijî gelên Iraqê jî tê kirin. Dixwazin ku li Kerkûkê, Şengalê, Mexmûrê, Silêmaniyeyê û Hewlêrê provokasyonan biafirînin û tevlîheviya navxweyî çêbikin. Ev plan plana dewleta Tirk e ku dixwaze ji Başûrê Kurdistanê destpê bike û hin herêmên diyarkirî yên Iraqê dagir bike, bibe dewleteke hegemon li herêmê. Dewleta Tirk a faşîst timî dibêje 'Em li hemberî gelê Kurd, li hemberî gelê Iraqê bi hurmet in, em li dijî wan şer nakin, li dijî terorîzma PKK'ê şer dikin' û bi vê gotinê hewl dide planên xwe yên qirêj ên hegemon binixumîne. Tevgera me ji bo yekîtiya demokratîk a gelên Kurdistanê, gelên Iraqê û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Ya ku parçe dike û terorîze dike dewleta Tirk û hevkarên wê ne. Girîng e rayedarên dewleta Iraqê, bi esasî jî gelên Iraqê vê plana kûr bibînin û helwestê nîşan bidin.

BANGA LI JINÊN KURD Û HÊZÊN KURDISTANÎ

Feslefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li Kurdistanê weke felsefeya jiyana nû û jin a azad bi pêş ket û ev felsefe gerdûnî bû. Jin a ku li Kurdistanê bûye îrade jiyan e, netewe ye, yekîtiya neteweya demokratîk e. Hîmê yekîtiya neteweya demokratîk a li Kurdistanê jî xwe dispêre îradeya jinê. Li dijî faşîzma dewleta Tirk û PDK'ê ku weke hevkar li ser xeta xiyanetê dimeşe, divê em jin bibêjin 'rawest e' û têkoşîna xwe mezin bikin. Li hemberî van êrişên li ser jiyan, netewe û nasnameyê divê em li her derê bi îradeya xwe ya rêxistinbûyî têbikoşin. Li dijî planên tunekirina Kurdîtiyê ya di sedsala 21'ê de, em jinên Kurd divê hebûn, welat û nasnameya xwe biparêzin û rê nedin xiyanet û qirkeriyê.

Em bang li rêxistinên jinên Kurd, karker, gundî, rewşenbîr, jin ên akademîsyen ên li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku di pêvajoyeke bi vî rengî ya dîrokî de pêvajoya têkoşîna hevpar bi pêş bixînin û bi rola xwe ya dîrokî rabin. Divê jinên Kurd bi vê rola xwe ya dîrokî rabin û bikin ku dîrok xwe dubare neke. Lewma di serî de jinên K urd em bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikin ku li ser xeta berxwedanê têkoşînê û yekîtiya Kurdistanî ya azad mezin bikin."