Li Şêxmeqsûdê baxçeyê zarokan hate vekirin

KPC-D′ê ya Helebê li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê baxçeyekî zarokan vekir.

20 îlon, 2023   11:07

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Helebê bi navê ′Gupikên Pêşerojê′ baxçeyekî zarokan vekir.

Li baxçeyê zarokan qeydkirina zarokan îro dest pê kir. Zarokên di navbera 3-6 saliyê de dikarin xwe lê qeyd bikin. Dewama fermî ya baxçeya zarokan hefteya bê dest pê dike.

Di vekirina baxçeyê zarokan de endam û rêveberên KPC-D′ê, saziyên sivîl, meclis û komînan amade bûn.

Endama KPC-D′ê Zîlan Mihemed di vekirina baxçe de behsa girîngiya perwerdeyê ya ji bo zarok kir û wiha got: "Civak di radeya pêşîn de bi perwerdeyê bi pêş dikevin. Perwerde di qonaxa zarokatiyê de sûda xwe herî zêde ye. Ji ber ku mêjiyê zarokan di vê qonaxê de perwerdeyê ji her demê zêdetir qebûl dike.”

Zîlanê wiha dawî li gotina xwe anî: “Em bi hemû rê û rêbazan hewl didin nifşekî nû ava bikin, nifşekî bi ziman, çand û nirxên xwe zana be. Li ser vê bingehê me îro baxçe ji zarokan re vekir. Em ji bîr nekin jî ev hemû bi saya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan pêk tê."

(fr)

ANHA