​​​​​​​650 xwendekar ketin ezmûna zanîngehê

650 xwendekarên ku daxwazên xwe di beşên zanistî yên li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tomar kiribûn, îro ketin ezmûna qebûlkirinê.

​​​​​​​650 xwendekar ketin ezmûna zanîngehê
20 îlon, 2023   11:26

Ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwendekarên ku daxwazên xwe di beşên zanistî de tomar kiribûn, îro hate çêkirin.

Ezmûna qebûlkirinê di warên bîrkarî, fîzîk, kîmya û fîzîkê de ye.

Li gorî daneyên ku Navendên Tomarkirina Mufadeleya 2023-2024`an dane, ezmûn ji bo 650 xwendekaran li 6 navendên li Hesekê, Kobanê, Qamişlo, Reqa û Şehbayê pêk hat.

(sb)

ANHA