Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê careke din alozî

Di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê de careke din alozî derket, bi wê re her du alî bi hev ketin.

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê careke din alozî
20 îlon, 2023   06:04

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Hesekê dane, ji saetên şevê û heta niha çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê bi hev ketin.

Li Hesekê di navbera êla El Cibor û çeteyên Dîfa El Wetenî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê de di 13′yê Tebaxê de li ser paşxaneya êrişa Ebduqadir Hemo li dijî yek ji rûspiyên êlê alozî derket. Ev alozî ji 13′yê Îlonê ve bi serweriya hêzên hikumeta Şamê li ser nuqteyên çeteyên Dîfa El Wetenî û belavkirina hêzên xwe ′Hecanê′ li kolanên derdora mala berpirsê çeteyan Ebdulqadir Hemo zêde bûne.

Bi sedema pevçûnên derketine hikumeta Şamê dewama tevahî dibistananên li çargoşeya ewlehiyê taloq kir.

(fr)

ANHA