Malbatên şehîdan: Dagirker nikarin berxwedana me têk bibin

Malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi berxwedana gel û gerîlayên azadiyê têk biçin.

Malbatên şehîdan: Dagirker nikarin berxwedana me têk bibin
20 îlon, 2023   01:38

Malbatên şehîdan ên ji kanotna Efrîn û Şehbayê êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û soza mezikirina têkoşînê da.

Ebdulhenan Mamo êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ûHerêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û anî ziman ku ev êriş bi hevkariya PDK û ENKS′ê têne kirin.

Mamo got, dema dewleta Tirk a dagirker li qadên Parastinê yên Medyayê têk diçe, berî çeka xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hevkariya ENKS′ê pêk tê. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk û hevkarên wê bi van êrişan dixwazin vîna gelên herêmê têk bibin.

Ebdulhenan Mamo û got: "Lê belê gelê Rojava û gerîlayên azadiyê yên li ser çiyayan wê bi hev re dagirkeriyê têk bibin û tu kes nikare berxwedana me têk bibe.′′

Menal Şêxo jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li ser Bakur û  Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û da zanîn ku bi taybetî li Minbic, Til Temir û Şehbayê êriş zêdetir bûne. Menal Şêx diyar kir ku hêzên dagirker bi van êrişan dixwazin herêmê ji niştecihên wê vala bikin û got: "Em ê heta dawiyê tê bikoşin. Ev welatê me ye û parastina wê erka me ye."

Asya Ebdo jî got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişê herêmên dikin da ku fitneyan di nava gel de derxin û gelên herêmê ji projeya xwişk û biratiya gelan dûr bixin.

Asya Ebdo got: "Têkoşîna me ji bo parastina xaka me ye. Em ê li hemberî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin."

(zş/bb)

ANHA