Komîteya Başûr a KNK′ê xwest kujerî Denîz Bulbun were aşkerakirin

Komîteya Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê êrişa li dijî navenda Nûnertiya Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li hikûmeta herêma Başûr kir ku demildest kujerê Denîz Cevdet Bulbun aşkera bike.

Komîteya Başûr a KNK′ê xwest kujerî Denîz Bulbun were aşkerakirin
18 îlon, 2023   19:11

Komîteya Başûrê Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî navenda Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ku di encamê de endamê KNK’ê û Nûnerê Başûrê Kurdistanê yê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Îro di saet 13:30’an de, endamê KNK’ê li bajarê Hewlêrê li nava ofîsa Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê kesek dest bi xwîn ve hate şehîdkirin. Em vê kiryara terorî bi tundî şermezar dikin, bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin ku demildest kujerê hevalê me Denîz aşkera bike û erkê xwe yê parastina endam û ofîsa me bîne cih.”