Bafil Talebanî: Êrişa li Erbetê sûcekî binpêkirina sînorê Başûr û Iraqê ye

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê şermezar kir û  got, Êrişa li Erbetê sûcekî  binpêkirina sînorê Başûr û Iraqê ye.

Bafil Talebanî: Êrişa li Erbetê sûcekî binpêkirina sînorê Başûr û Iraqê ye
18 îlon, 2023   19:39

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî têkildarî êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê ya Silêmaniyê got; “Ev êriş di çarçoveya planên armancgirtina aramî û îstiqrara Herêma Kurdistan û bi taybet jî sînorê Silêmaniyê ye.”

Talebanî êrişa li ser balafirxaneyê bi tundî şermezar kir û got; “Li hember binpêkirinên dubare, erkê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye ku bi hev re li dijî gef û pirsgirêkên ewlehiyê tê bikoşin û Kurdistanê ji nehez û dijminan biparêzin.”

Di dewama daxuyaniyê de Bafil Talebanî wiha got; “Di serî de sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdên qehreman yên Dijî Terora Kurdistanê ku şehîdên aramiya Kurdistanê ne, dixwazim, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Em bang li hikûmeta Iraqê jî dikin ku erkê xwe yê destûrî û nîştimanî ji bo parastina xak û asîmanê Iraq û Kurdistanê jî di nav de bicih bîne û êdî bi tu awayî rê nede van êriş û binpêkirinan.”

Talebanî got; “Ez bang li hemû dostên xwe, welatên cîhanê û hemû azadîxwazan dikim ku helwestek cidî nîşan bidin û li dijî van kiryarên terorîstî bibin yek. Em Kurdên ku di van salên borî de di şerê li dijî terorê de di eniyên herî pêş de cih girtine û berdêlên mezin dane, nabe êrişê terorî yên bi vî awayî li dijî wan bê kirin.”

Serokê YNK’ê di dawiyê de diyar kir ku ew ê bi alîkariya xwedê û gel bi hev re vê rewşê derbas bikin û bi yekitiyê aramiyê li herêma Kurdistanê pêk bînin û li dijî hemû cûre êriş û aloziyan tê bikoşin.