Balafirên dewleta Tirk çiyayên Metîna bombebaran kirin

Balafirên dewleta Tirk ya dagirker rêze çiyayên herêma Metîna bi dijwarî bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk çiyayên Metîna bombebaran kirin
16 îlon, 2023   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, balafirên dewleta Tirk ya dagirker îro di saetên êvarê de rêze çiyayên Sergelê, Sîva, Qeço û Dêrê yên herêma Metîna ya rojhilatê navçeya Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kirin.

Der barê encama bombebaranên balafirên dewleta Tirk ya dagirker de tu agahî nehatin bidestxistin.