​​​​​​​Bi hezaran jinan Jîna Emînî bi bîr anî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran jin daketin qadan, Jîna Emînî bi bîr anî û got ew ê têkoşîna li dijî pergala desthilatdar û zîhniyeta baviksalar bidomînin.

16 îlon, 2023   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî û Serhildana Jin Jiyan Azadî a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çalakî hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Li Hesekê bi dehan jin li ber navenda Kongra Star a taxa Nasira kom bûn. Jinan pankartên bi nivîsên "Bi îradeya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin" alên Kongra Star û wêneyên Jîna Emînî hilda bûn.

Endama Kongra Star a bajarê Hesekê Helebce Hisên axivî û got: "Pergalên serdest hewl didin îradeya jinan bişkînin, şehîd Jîna Emînî bû mînaka jina azad. Her wiha dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû dirûşma têkoşîna bû berxwedana jinan a ji bo azadiya xwe û şikandina zihniyeta baviksalar."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê jî Kongra Star çalakiyek li parka Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist. Endama kongreyê Zehra Emîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan têne kirin, hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku dawîn li van sûcan bînin û ji bo qurbaniyan edaletê pêk bînin.

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Til Temirê jî li heman cihî çalakiyek li dar xist û endama meclisê Nûra Ebdulqadir daxuyanî xwend.

Nûra Ebdulqadir diyar kir ku şoreşa jinan ne tenê ji ber doza hîcabê ye, lê doza gelekî ye ku din destê rejîmeke faşîst e ku bi navê ol mafên mirovahiyê bin pê dike.

Meclisa Kongra Star a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê çalakiyek li ber navenda xwe li dar xist û endama Kongra Star Umeya Hecûb daxuyanî xwend.

Umeya sûcên girtin û qetilkirinê ku li dijî jinan tên kirin şermezar kirin û got: "Jinan dikin hedef da ku îradeya wan bişkîne û wan bêdeng bikin. Girtina rojnamevana ku merasîmê oxirkirina Jîna Emînî dişopand mînaka vê yekê ye. Ruxmî kiryarên hovane yên li dijî jinan, bi taybet û gelê Îranê, jîn têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma serdest didomîne.

Di dawiyê de dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Serhildana Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Kongra Star bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" meşek li dar xist. Di nav de endam û rêveberên saziyên sivîl, bi sedan jin tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya hola civînan a  taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Jîna Emînî, Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Meş li qada Şehîdan sekinî.  Li vir endama beşê têkiliyan a Navenda Lêkolînên Jineolojiya Rojiyan Hisên axivî. Rojiyan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û got: "Em hêz û wêrekariya Jîna Emînî silav dikin ku qeydên li ser jinan red kirin."

Rojiyan piştgiriya xwe bi serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" re anî ziman û diyar kir ku ev dirûşm li tevahî cîhanê, niha li Efganistan û Siwêdayê jî tên berzkirin.

REQA

Li Reqayê jî bi sedan bi meşekê Jîna Emînî bi bîr anî û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Dîwana Edaleta Civakî dest pê kir û li qada Jina Azad sekinî. Di meşê de dirûşmên ′Bijî berxwedana jina azad", "Hilweşe rejîma Tirk a faşîst" û "Bi can, bi xwîn em bi te re şehîd" hatin berzkirin.

Rêvebera Meclisa Reqa ya Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Îdrîs daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê îşaret bi zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandêran kir û hate gotin, jin dê têkoşîna li hemberî pergala desthilatdar a baviksalar xurt bike.

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê li pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef heta ber bi avahiya meclisê meşek li dar xist.

Li ber avahiya meclisê, endama rêveber a meclisê Semîre Hebeş axivî û wiha got: "Bi saya israra jin hîna ev şoreş li dar e û heta bi parçeyên mezin ên Îranê çû. Ew hewl didin serkeftinan pêk bînin da ku bikevin rûpelên dîroka mirovahiyê."

Meş bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.

KOBANÊ

Di heman çarçoveyê de, bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo piştgiriya serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser û kesayetên ji partiyên siyasî beşdar bûn.

Meş ji pêş Qada Şehîd Egîd a Kobanê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Jîna Emînî û pankartên ′Em hemû Jîna Emînî ne′, ′Na ji qanûnên li dijî jinan re′ û ′Em jiyanekê li dijî qirkirinê diafirînin′ hatin hildan.

Li Qada Jina Azad meş vegerî mîtîngê. Li wir seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Jiyan Derwêş axivî û got her jinekê hewl da li hember rejîmên desthilat li ber xwe bide tunekirin, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker.

Jiyan wiha domand: "Erka li ser mila hemû jinan azadî ye û divê dengê xwe bilind bike û piştgiriyê bide şoreşa azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê.”

Meş bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.

MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bi sedan xelkê bajêr, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, komîteyên girêdayî wê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Meş ji stasyona sotemeniyê ya Hemdonî ber bi Çerxerêya Cizîrê ya li aliyê rojhilatê bajêr ve dest pê kir. Beşdaran wêneyên Jîna Emînî û pankartên ′Jin, Jiyan, Azadî′ hildan.

Li çerxerêyê berdevka kombûnê Ruweyda Hinêzil axivî û wiha got: "Em dengê xwe tev li dengê berxwedana jinan li tevahî cîhanê û berxwedana mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ji ber ku jinan destanên lehengane û fedkariyê pêk anîn ."

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Mariya Dada jî wiha got: "Em îro Jîna Emînî ku dewleta Îranê di bin navê urf, adat û kevneşopiyan de li pêşberî cîhanê, qetil kir, bi bîr tînin."

Mariya soza bilindkirina têkoşînê û berxwedanê da ku azadiya jinê bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ pêk bînin, nû kir.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(fr/bb)

ANHA