Berpirsê Dîfa El Wetenî derdora mala xwe mayîn kir

Li deverên di bin kontrola hikumeta Şamê yên li çargoşeya ewlehiyê ya li Hesekê de geşedanên nû hene. Herî dawî jî berpirsê çeteyên Dîfa El Wetenî derdora mala xwe mayîn kir.

Berpirsê Dîfa El Wetenî derdora mala xwe mayîn kir
16 îlon, 2023   09:13
HESEKÊ

Aloziya ewlehî û pevçûnên di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê li çargoşeya ewlehiyê ya li Hesekê dewam dike. Mala berpirsê çeteyên Dîfa El Wetenî û hin nuqteyên belavbûna çeteyên wî, dorpêçkirî ye.

Li çargoşeya ewlehiyê alozî dewam dike, hêzên hikumeta Şamê gelek nuqteyên çeteyên Dîfa El Wetenî kontrol kirin û hêzên xwe yên ′Hecanê′ li kolanên derdora mala berpirsê çeteyan ê bi navê Ebdulqadir Hemo ya li nêzî şaxê Partiya Baasê û parka Tişrînê belav kirin. Her wiha li ser banên avahiyan û daîreyên fermî li hember mala wî û derdorê sekvan danîn.

Hate zanîn Ebdulqadir Hemo derdora mala xwe mayîn kiriye û teqemenî danîne, da ku nekarin bi ser de bigirin.

(fr)

ANHA