ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-09-2023
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-09-2023](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202309/203235_.jpg)
- Di 16′ê Îlona 2022′yan de şoreşeke mezin a jinan dest pê kir. Çirûska vê şoreşê bi qetilkirina jineke ciwan a Kurd li paytexta Îran Tehranê ji aliyê ′polîsên exlaqê′ ve pê ket. Hinceta qetilkirina jina Kurd ew e bû baş hîcab li xwe nekiriye.
- Şêniyên herêma Cizîrê hevkariya PDK'ê û ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, hevkariya bi dagirkeran re xiyanet e ne dîplomasî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkir salek li du xwe hişt. Ji bo yekemîn salvegera serhildanê amadekariyên çalakiyên girseyî tên kirin.
- Di Îlona 2014′an de, li hemberî êrişên çeteyan ên li ser herêmê, hevbendiyeke Kurd û Ereban bi navê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat hat avakirin. Ev hevbendî yek jî ezmûnên serketî li herêmê ye û bû zemîna avakirina QSD'ê.
- Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî 31 hezar ji mafê perwerdeyê bê par in û jiyana zêdetirî 5 hezar xwendekarên din di metirsiyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Koma Saz û Awaz a Stranan a Ciwanan stranên şoreşgerî pêşkêş dikin. Ew strane yek ji alavên li dijî şerê taybet û bandorên wê li ser ciwanan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Di rojên dawîn projeya ′karîdora nû ya aborî′ bûbû rojev. Ev proje, başûrê Asye û Ewropayê bi rêya Kendava Erebî û Rojhilata Navîn bi hev ve girê dide. bû rojev. Projeya ′karîdora nû ya aborî′ ya herî girîng a ser asta cîhanê ye, ji ber ku ew rêbazên alternatîf peyda dike û welatan bi welatên din ku têkiliya wan bi hev tune ye, girê dide. Di heman demê de gelek welatên din dûr dixe.
- Kongra Star di çarçoveya pêngava xwe ya "Jin, Jiyan, Azadî" de çalakiyekê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Bi wesîleya salvegera yekemîn a Serhildana Rojhilatê Kurdistanê, Kongra Îslama Demokratîk bi hevkariya Kongra Star daxuyaniyekê li Dêrikê didin, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Bi boneya salvegera yekemîn a Serhildana Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê tê lidarxistin, saet 10:00′an. Li kampa Serêkaniyê jî çalakî tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Însiyatîfa Gel li dijî tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Dirbêsiyê çalakiya konvedanê li dar dixe saet 08:30′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Dîlanan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê dest pê dike, saet 15:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emîn û destpêkirina Serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li Minbicê meşek tê lidarxistin, meş ji pêşiya benzînxaneya Hemdûnî ya li ser rêya Cizîrê dest pê dike, saet 09:30′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Kongra Star a Helebê ji bo piştgiriya Serhildana Jinan a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, meşekê li dar dixe, meş ji pêşiya hola Civînan a 8′ê Adarê ya beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên Minbicê şehîda Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şîlan Ehmed li Goristana Şehîdan oxir dikin, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya salvegera yekemîn a Serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyekê li navenda xwe li bajarê Minbicê dide, saet 13:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên Kobanê şehîdên dibistana Serzûrî li Goristana Şehîd Dîcle bi bîr tînin, saet 13:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA