Dagirkeran êrişên xwe li ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî zêde kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundewarê rojava yên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê berfireh kirine.

Dagirkeran êrişên xwe li ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî zêde kirin
15 îlon, 2023   19:57
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Erîda, Suwan, Kefîfa, Sarunc, Bîr Kino, depoya genim a gundê Qizelî û gundê Qizelî yên rojavayê kantona Girê Spî topbaran dikin.

Hêzên dagirker gundên Dibis, Hoşan, Xalidiyê, Mieleq û Cidêyda û rêya M4 yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran dikin.

Di encama topbarana li ser gundê Hoşan de şewat derket.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA