′Dê xwepêşandan berdewam bikin heta daxwazên me pêk werin′

Şêniyên Siwêdayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê heta pêkanîna çareseriyê siyasî li gorî biryara 2254′an û çûyîna rejîmê xwepêşandanên xwe dewam bikin.

′Dê xwepêşandan berdewam bikin heta daxwazên me pêk werin′
14 îlon, 2023   12:43
NAVEDNA NÛÇEYAN

Li gorî Navena Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe li qada Keramê ya li bajêr dewam dikin. Di xwepêşandanê de banga çûyîna Esed, pêkanîna biryara 2254′an hatin kirin

Di xwepêşandanan de ′Serhildana Gel′ a Siwêdayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin dê heta çûyîna rejîm Esed, pêkanîna çareseriya siyasî li gorî biryara 2254′an, aktîfkirina biryara 2118′an, girêdana bi yekitiya xaka Sûriyeyê xwepêşanên aştiyane li qada Keramê dewam bikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku divê tevahî girtiyên siyasî werin berdan, kesên çarenûsa wan ne diyar werin aşkerakirin û saziyên ewlehiyê yên hikumetê li dijî xwepêşandêran nesekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Baasê, saziyên ewlehiyê berpirsên xwînrijandina li Sûriyeyê ne û ev bang hat kirin: ′′Divê Komkara Ereban, NY′yê, rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî erka xwe bicih bînin û daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bînin, ji ber ku serhildanên Siwêdayê îdiayên rejîmê yên parastina kêmneteweyan aşkera kirin.′′

(fr)