Di merasîma bîranîna şehîdan de soza şopandina şehîdan hate nûkirin

Şêniyên Qamişloyê 74 şehîdên di meha Îlonê de şehîd bûne, bibîr anîn û soza şopandina rêya wan da ta ku serkeftin pêk were.

Di merasîma bîranîna şehîdan de soza şopandina şehîdan hate nûkirin
14 îlon, 2023   16:51
QAMIŞLO

Ji bo 74 şehîdên meha Îlonê ku di demên cuda de şehîd bûne, merasîmek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate lidarxist. Di merasîmê de malbatên şehîdan, şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdar bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Remziye Mihemed sersaxî da malbatên şehîdan û fedakariyên wan di oxira parastina welêt de silav kir. Remziye destnîşan kir ku parastina ewlehiyê, dabînkirina jiyaneke birûmet, malbatên şehîdan zarokên xwe feda kirin.

Remziye balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir û got: “Rejîma Tirk di pêkanîna rêgeza qirkirina gelan de bi israr e. Siyaseta qirkirinê li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, li ser wê delîl e.”

Remziye destnîşan kir ku aliyên dijberî projeya li herêmê xwestin ji fitneya li Dêrazorê derxistine, pojreya biratiya gelan têk bibin lê di heman demê de got hevgirtina gel û fedakariyên zarokên vê herêmê, ew plan têk birin.

Di dawiyê de Remziye soza şopandina berxwedanê da ta ku serkeftin pêk were û wiha anî ziman: “Berxwedana destanî ya gerîla, îsrara me zêde dike û vîna me xurttir dike.”

Di dawiya merasîmê de navên 74 şehîdan hatin xwendin.

(şx)

ANHA