Semînerek li ser psîkolojiya jin û mêran

Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî psîkolojiya jin û mêr de semînerek li dar xist.

Semînerek li ser psîkolojiya jin û mêran
Semînerek li ser psîkolojiya jin û mêran
Semînerek li ser psîkolojiya jin û mêran
13 îlon, 2023   13:32
REQA

Gelek jin û mêr, endamên partiyan, rêxistinên jinan ên Reqayê tev li semînerê bûn ku li avahiya meclisê ya li Reqayê hate lidarxistin.

Dûre, têgeha psîkolojiya jin û mêr, psîkolojî di aliyê ziman de çi ye hate pêşansekirin.

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Tebqayê Cuheyne Maso axivî û balkişand ser cudabûna di navbera her du zayendan de, pirsgirêkên ji ber wê cudabûnê derdikevin û dîtina mekanîzmeyeke têgihiştinê ya hevbeş û got: “Cudabûn, xwezayî ye. Ji ber ku cudabûnên biyolojîkî hene û ev cudabûn di wateya xwe ya rast de, bedewiyê dide jiyana kesan.”

Cuheyne, diyar kir ku ev mijar rê li pêşiya her du aliyan vekir ku hevdu dûrî tundiyê, paşguhkirina jinan û zihniyeta baviksalariyê nas bikin û hin çareserî ji van pirsgirêkan re peyda kir.

Di dawiyê de beşdaran, teqezî bi girîngiya qebûlkirina hevud kir.

(şx)

ANHA