Jinên Ciwan ji bo tundiya li ser jinan bernameya çalakiyên xwe aşkera kirin

Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî” de, eşkere kir ku dê li herêma Cizîrê di heyama 15 rojan de çalakiyan li dar bixin.

Jinên Ciwan ji bo tundiya li ser jinan bernameya çalakiyên xwe aşkera kirin
13 îlon, 2023   13:06
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo di çarçoveya hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî” de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Cizîrê Lîlav Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li Rojavayê Kurdistanê jin, xort, zarok û bi giştî gelê Kurdistanê li dijî şerê hîna dewam dike, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker derdikevin. Ji vî şerî herî zêde jin zirarê dibînin. Jin zarok, dayik, xwişk û birayên xwe, her wiha tax, kolan û jiyana xwe ji dest didin. Êrişên li ser nasnameya wan a zayendî û neteweyî her roj zêdetir dibin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tundî û êrişên li ser jinan sûcekî herî giran û dermirovî ye. Deshilatan jiyan li jinan û civakê teng kiriye. Her wiha dewleta Tirk a dagirker jî li Kurdistanê her cure kiryar û sûcan dike.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku li Kurdistanê desthilat û dagirker baweriya xwe bi wekheviya jin û mêran naynin, ji jinên birêxistinkirî ditirsin û bi her awayî sûcan li jin û civakê dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî′ li dijî tundiya li ser jinan hemleyek da destpêkirin. Hemle 15 rojan li dar dikeve û tê de komxebat, sînevîzyon, semîner, pêşbirkên wêne û spor, şanoya li kolanan û belavkirina broşûran û meşan hebin.

(sb)

ANHA