Fuad Hisên û Abdulahyan li çi gotubêj kir?

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên serdana Tehranê kir û li gel wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahyan civiya. Her du aliyan li ser lihevkirina ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê axivîn.

Fuad Hisên û Abdulahyan li çi gotubêj kir?
13 îlon, 2023   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên serdana Tehranê kir û li gel wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahyan civiya. Piştî civînê her du wezîran civînek çapemeniyê li dar xistin.

Di civîna çapemeniyê de Fuad Hisên got, wî li gel hempîşeyê xwe yê Îranî behsa lihevkirina ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê kirine. Her wiha got, wan behsa bêçek kirin û derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sinorê navbera Iraq û Îranê kirine.

Her wiha Fuad Hisên diyarkir ku li gor destûra Iraqê nabe ti grubek êrişê ser welatek cîran û welatên din bike.

Wezîrê karên derve yê Iraqê diyarkir peywendiyên wan li gel Îranê baş in û gelek rê ji bo çareserkirina nakokî û pirsgirêkan hene.

Beriya niha Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî ragihandibû dema ku wan ji bo bêçek kirina partiyên muxalefeta Îranê yên li Herêma Kurdistanê heta 19’ê Îlonê bi dawî dibe. Kenanî diyarkiribû ku ew ê qet dema wê dirêjtir nekin.