Li ser sînorê Lubnanê 2 mayîn teqiyan: 3 sûriyeyî birîndar bûn

Di dema sûriyeyiyan hewl didan derbasî xaka Lubnanê bibin, 2 mayîn bi wan de teqiyan û di encamê de 3 sûriyeyî birîndar bûn.

Li ser sînorê Lubnanê 2 mayîn teqiyan: 3 sûriyeyî birîndar bûn
13 îlon, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Almanyayê, artêşa Lubnanê ragihand ku di dema hewldana derbasbûnê de li ser sînorê bakurê Lubnanê 2 mayîn bi 3 sûriyeyiyan de teqiyan û birîndar bûn.

Artêşê da zanîn ku komek sûriyeyî hewl da bi rêya nerewa di sînorê bakur re derbasî Lubnanê bin, di encamê de li aliyê sînorê Sûriyeyê 2 mayîn bi wan de teqiyan û 3 sûriyeyî birîndar bûn. Xaça Sor a Lubnanê ew rakirin nexweşxaneyeke Lubnanê.

(fr)