Kovara Jineolojî bi Farisî û dosyaya Rojhilat derket

Kovara jineolojî ku bi zimanê Tirkî tê amadekirin, bi hejmara xwe ya nû gihîşt destê xwendevanan. Mijara sereke ya hejmara dawî serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, lewma ev hejmar ji bo zimanê Farisî jî hatiye wergerkirin.  

Kovara Jineolojî bi Farisî û dosyaya Rojhilat derket
13 îlon, 2023   09:54
QAMIŞLO

Kovara Jîneolojî ku kovarek zanistî û teorîk e û ev 7 sal e weşana xwe didomîne, bi hejmara 28’emîn gihîşt destê xwendevanan.

Kovara ku her hejmareke wê li ser mijarek taybet e, vê carê serhildan û têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiriye rojeva xwe ya sereke.

Zimanê kovarê bi Tirkî ye, lê li gorî dosyayên taybet, carinan ji bo zimanên din jî werger tê kirin û hejmarên taybet tên derxistin.

Di vê hejmarê de jî rojeva sereke Rojhilat û Îran e, lewma kovar ji bo zimanê Farisî jî hatiye wergerkirin.

Hejmara taybet a bi Farisî li ser înternetê hatiye belavkirin û yên dixwazin bixwînin dikarin li ser navnîşana https://jineoloji.eu/fa/2023/09/13 tevahiya kovarê bibînin.

Hejmara dawî ya kovarê diyarî bîranîna yek ji damezirînerên zanista Jîneolojiyê Nagihan Akarsel ku 24’ê Cotmeha sala 2022’yan li Silêmaniyê di encama êrîşek sixûrên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû û Jîna Emînî ku 16’ê Îlona 2022’yan li paytexta Îran Tehranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin û piştre serhildana “Jin Jiyan Azadî” destpê kiribû, hatiye kirin.

Di kovarê de gotar û lêkolînên derbarê rewşa çand, civakî û dîrokî ya kurdên Rojhilatê Kurdistanê; Bandora modernîzm û baviksalariyê ya li ser jinan, serhildanên jinan ên dijî tecawiz, tundiya zayendî ya li girtîgehên Îranê, rêbazên cezayan ên di dîroka Îranê de, Şoreş Jin Jiyan Azadî û çepgirên Îranê,  Rizgariya ji zextê, anatomiya polîtîk a şoreşa jinan û tevgera jinan a Îranê de hatine bicîhkirin.  

(he/a(