Fetih û Hemas li ser agirbesta li Eyn El Hîlwa li hev kir

Tevgerên Fetih û Hemasê li ser pabendbûna agirbestê li kampa Eyn El Hîlwa ya li başûrê Lubnanê û teslîmkirina tawanbarên fermandarê ewlehiya neteweyî ya Filistînê Ebû Eşref El Ermoşî siûqast kirine, li hev kir.

Fetih û Hemas li ser agirbesta li Eyn El Hîlwa li hev kir
13 îlon, 2023   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El Neşra ya Lubnanê, piştî civîna şandeya her du tevgeran Fetih û Hemasê li balyozxaneya Filistînê ji bo nîqaşkirina rewşên li kampa Eyn El Hîlwa daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de li ser rawestandina tevahî hemleyên çapemeniyê bi hemû şêweyên wê hate lihevkirin, divê medyayên dîjîtal agahiyan piştrast bikin û dûre belav bikin. Divê her du alî pabendî biryara Desteya Xebata Filistînê ya hevbeş bin û pabendî agirbestê bin.

Her du aliyan li hev kir ku tawanbarên Ebû Eşref El Ermoşî û hevrêyên wî û Ebdurehman Ferhod siûqast kirine werin teslîmkirin û bidin dozgeriya Lubnanê, da ku tedbîrên guncaw ji bo wan pêk bînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xebat ji bo vegerandina koçberan li malên xwe were kirin, dibistan di zûtirîn dem de werin valakirin ku ji nû ve zirarên çêbûne, tamîr bikin û koordîna bi dewleta Lubnanê û saziyên wê hemû re pêk were.