Li Idlibê 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişên sekvanî û pevçûnên navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan li gundewarên Idlibê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Idlibê 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
6 îlon, 2023   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di êrişa sekvaniyê ya çeteyên′Ensar El Tewhîd′ li derdora Melace ya Idlibê de leşkerekî hêzên Şamê hate kuştin.

SOHR′ê diyar kir ku hêzên Şamê şeva berê hewl da li girê Melace yê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bi pêş bikeve, di encamê de şerekî tund pêk hat û ew pêşektin bi bin ket. Her wiha 3 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin û erebeyeke BMB hate wêrankirin.

Duh, balafirên şer ên Rûsyayê hemwextî topbaranên hêzên hikumeta Şamê li dijî gund û bajarokên çiyayê Zawiyê, gundewarên Idlibê bombebaran kirin.

(fr)