ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-9-2023
Rûspiyê êla El Elî Şêx Remedan El Rehal destnîşan kir ku êlên Reqayê piştgiriya operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD`ê dikin û bang li şêniyan kir piştgiriya QSD`ê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Hin siyasetmedarên sûriyeyî, pêşniyar kirin ku modela Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyeyê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Rojnamevan Botan Germiyanî destnîşan kir Hakan Fîdan beriya hilbijartinên Iraqê tifaqeke fermî di navbera PDK`ê, Tirkmenên faşîst û Erebên Baasî de dijî Kerkûkê çêkiriye. (BI WÊNE)
Endamên komên hunerî yên ereb û suyran, destnîşan kirin ku bi tevlêbûna xwe di Mîhrîcana Zarok de dixwazin çanda hunerî û civakî ya pêkhateyên herêmê nîşan bidin û piştgiriyê bidin behreyên zarokan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Emîne Hebîb ya nexweşiya şekir pê re hebû ji ber ambargoya hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Rojnameyên erebî hefteya borî behsa xwepêşdanên berdewam ên li Siwêda, aloziya Lubnanê û darbeyên li Afrîkayê kirin. (BI WÊNE)
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê têkildarî êrişên dawîn ên li dijî gundewarê Minbicê li pêşiya avahiya meclisê daxuyanî dide saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed Ebdulqadir û Enes El Rehal li goristana şehîdan oxir dikin saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şûca El Heza li Goristana Şehîd Dilêr oxir dikin saet di 10:00`an de. Her wiha şêniyên Qamişloyê jî cenazeyê şehîd Ehmed Yakûb li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Mîhrîcana 6`emîn a Hunera Zarokan a Herêma Firatê bi pêşandana berhemên hunerî ji aliyê komên zarokan ve bi daw dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)