Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv dide êrişa çeteyan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din êriş gundê Mihsenlî û Ereb Hesen ê Minbicê kirin. Li aliyekî din Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şer berdewam e.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv dide êrişa çeteyan
2 îlon, 2023   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku êrişa wan a duh ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi bin ket, îro saet di 17:00`an de careke din êriş gundê Mihsenlî û Ereb Hesen ê bakurê Minbicê kirine.

Her wiha navendê aşkera kir ku şer berdewam e.

(şx)

ANHA