QSD`ê bang li xelkê Besîra û Zîban kir: Em bi we re ne û dê bi cidî li dijî çeteyan tev bigerin

QSD`ê bang li xelkê Dêrazorê kir ku ji vê pirtir bi wan re hevkar bin da ku sûcdaran bigirin û li gorî qedexeya derketinê tevbigerin.

QSD`ê bang li xelkê Besîra û Zîban kir: Em bi we re ne û dê bi cidî li dijî çeteyan tev bigerin
2 îlon, 2023   15:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke hêzê parve kir ku bang li xelkê bajarokên El Besîra û El Zîban ên Dêrazorê dike.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got: “Me bangewaziyên we ji bo hêzên me wergirtin ku divê ji komên çekdar ên di çend rojên dawîn de tev li hevî li herêmê belav kir, derbe li ewlehiya herêmê da û hewl dan fitneyê belav bikin, xilas bibin.”

Di daxuyaniyê de navendê destnîşan kir ku QSD`ê bi xelkê herêmê re ye û dê bi cidî li dijî wan çeteyan tevbigere û wiha domand: “Em bang li wan dikin ku bi şervanên me re ji vê pirtir hevkariyê bikin û wan çeteyan aşkera bikin. Ji bo ku ev komên çekdar nekevin malên we, divê hûn li gor qedexeya derketinê tev bigerin.  Şervanên me zarokên we ne. Em zorderan efû nakin ku xwîna zarokên me rijandin.”

(şx)