Partî û eşîran bang kir: Li beramberî fitneyê bibin yek

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan, partiyên siyasî yên Qamişloyê piştî da Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya QSD′ê û li hember fitneyê banga hevgirtinê kir.

Partî û eşîran bang kir: Li beramberî fitneyê bibin yek
2 îlon, 2023   11:47
QAMIŞLO

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên li navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişloyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nîşan da.

Rûspiyê eşîra El Xewatine Ebid Xidir El Salih bi beşdariya nûnerên eşîr û endamên saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Til Hemîsê piştgiriya xwe ji Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re nîşan da û gotin ku ev operason ji bo parastina sivîlan, mayîndekirina ewlehî û îstîqrarê li Dêrazorê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin destên derve hene ku dixwazin şerê eşîran derxin, hevgirtina civakê xirab bikin û navbera Kurd û Ereban de fitne û tevlîheviyê derxin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Til Hemîsê bang li eşîrên Ereban ên li tevahî Sûriyeyê kir ku li dora QSD′ê kom bibin û li beramberî hewldanên komên xirabker ên destekê ji derve digirin hişyar bin.

Li navçeya Til Koçerê jî şêx û rûspiyên eşîrên Ereban daxuyanî da û piştgirî da QSD′ê.

Rûspiyê eşîra El Tay Mehmûd Ebdo El Salih li pêş Meclisa Navçeya Til Koçerê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi rola QSD′ê ya parastina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin û hate gotin: “QSD li herêmê hêza rewa û bingehîn e û ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin. Ne ji berxwedan û têkoşîna şervanên QSD`ê ya li hember êrişan bûya, ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk nedihat.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyên Dêrazorê û eşîrên Ereban hate kirin ku li dora QSD′ê kom bibin û nekevin xefa planên aliyên derve yên dixwazin ewlehiya herêmê xira bikin.

Ji bo biserxistina armancên Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” jî banga yekîtî û hevgirtinê hat kirin.

Li Dêrikê jî Meclisa Rûspiyên Eşîran û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan daxuyaniyek da.

Berdevkê Meclisa Rûspiyên Eşîran a Dêrikê Şêx Sînan Muhsin Ehmed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê şênî xwe ragirin, nekevin xefka siyaset û propagandya dewleta Tirk.

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser girîngiya berdewamkirina piştgiriya projeya neteweya demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk hat kirin û hat goin: “Wekî em dizanin Kurd, Ereb, Xiristiyan û hemû etnîk û mezheb li hember êrişan û ji bo parastina herêmê di yek xendekê de ne, lê hinek hewl didin ewlehî û îstiqrara bi saya fedakriyên şehîdan pêk hatine, têk bibin.”

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan ên li navçeyên Çilaxa û Girkê Legê jî bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî da Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′.

Rûspiyê eşîra Zubeyde şêx Raxib El Faris daxuyanî xwend.

El Farisa bal kişand ser yekitiya Kurd, Ereb û Suryan û wekî garantiya avakirina civakeke bihêz di bin sîwana Rêveberiya Xweser de pênase kir.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî 10 partiyên siyasî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Operasyona ′Xurtkirina ‎Ewlehiyê′‎‏ ‏û tevgera gel a li Siwêdayê re nîşan da.

Endamê rêveber ê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Elî bi beşdariya nûnerên partiyên beşdar daxuyanî xwend.‎

Di daxuyaniyê de bal li ser daxwazên xwepêşandêrên li Siwêdayê yên mîna “nenavendîbûnê, nimûneya Rêveberiya Xweser, pêkanîna biryarên navneteweyî” jî hat kişandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku protesto û tevgera li Siwêdayê hemwextî Operasyona Hêzên ‎Sûriya Demokratîk (QSD) a‏‎ li dijî gendelî û bermahiyên şaneyên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê pêk tê û hat gotin: “Rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê û çeteyên wan vê rewşê istismar dikin da ku şerekî navxweyî û fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku hemû partî, hêzên siyasî û civakî yên li navçeya Tirbespiyê li hember “terorê” û bazirganên hişbirê li kêleka hêzên QSD`ê ne. Bang li gel hat kirin ku li dora Rêveberiya Xweser û hêza leşkerî kom bibin.

Partiyên ku daxuyanî dane ev in;‎

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)‎

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Yekitiya Suryanî

Partiya Biratiya Kurdistan

Partiya Roj ya Demuqrata Kurd li Sûriya

Partiya Muhafezekaran

Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê

Partiya Nûjenî û Demukratî bo Sûriya

Partiya Kesk a Demokart

Desteya Nîştimanî ya Erebî

Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′‎‏ 27′ê Tebaxê li rojhilatê çemê Firatê , bi giranî jî li herêma Dêrazorê hate ‎destpêkirin.

(fr/c)

ANHA