Pirsgirêka avê ya li Dêrikê tê çareserkirin

Daîreya Avê ya bajarê Dêrikê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê ya li hin taxên bajar di nava hewldanan de ye.

Pirsgirêka avê ya li Dêrikê tê çareserkirin
Pirsgirêka avê ya li Dêrikê tê çareserkirin
Pirsgirêka avê ya li Dêrikê tê çareserkirin
Pirsgirêka avê ya li Dêrikê tê çareserkirin
2 îlon 2023   01:38
QAMIŞLO

Li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê 24 bîrên ava vexwarinê hene, lê ji ber qutkirina kehrebeyê pirsgirêkên pedaykirina avê jî derdikevin. Li ser vê yekê Daîreya Avê di sala borî 2022'yan de xeteke kehrebeyê ya mayînde da 6 bîran.

Dayîna kehrebeyê ji bo 7 bîran di plansaziya îsal a Daîreya Avê bû. Beriya çend rojan xebatên pêkanîna vê projeyê bi hevkariya Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest kirin ku dê taxên Baweliya, Mesakin Muelimîn, Nexweşxaneya Nîştimanî, Sor û sûk sûdê jê bigirin. Bi vê projeyê hejmara bîrên ku dê bi domdarî bixebitin dibe 13 bîr.

Rêveberê Daîreya Avê ya Dêrikê Mistefa Ehmed destnîşan kir ku bi vê proje zehmetiyên ku şênî ji ber peydakirina ava vexwarinê dikişînin, bi dawî dibin. Her wiha diyar kir ku lêçûna projeyê 84 hezar dolar e.

Ehmed got: "Em hewl didin di plansaziya xwe ya bê de jî kehrebeyê bighînin bîrên din."

 (mh)

ANHA