Çete êrişî gundewarê Minbicê dikin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên bakur û rojavayê Minbicê têk bir. Li hin gundên li bakur rojavayê bajêr jî şer berdewam dike.

Çete êrişî gundewarê Minbicê dikin
1 îlon, 2023   06:01
MINBIC

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên bejahî li dijî bajarok û gundewarên bakur û rojavayê Minbicê pêk anîne. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva hemû êrişan da.

Li gorî berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, hêzên wan bersiva hemû êrişên li dijî nuqteyên hatine êrişkirin da û bersiva êrişên çeteyan ên li bakurê Minbicê li gundê Ewn Dadat jî têk bir. Lê hîna şer li bakur û rojavayê Minbic û hin gundên din; Muhsenlî, Ereb Hesenû Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê deawm dike.

Balkêş e ku êrîşa çeteyan di dema domandina operasyona QSD’ê ya dijî şaneyên DAIŞ’ê û bagirganên madeyên hişbir a li Dêrazorê pêk hat. Ajansa me duh li ser agahiyên çavkaniyên leşkerî nuçeyek weşandibû û bal kişandibû ku komên li Dêrazorê êrîşî hêzên QSD’ê dikin rasterast ji herêmên Serêkaniyê, Cerablus, Bab, Girê Spî yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de digirin. 

(fr)