Efrînî tên neçarkirin ku milkên xwe li ser navê çeteyan qeyd bikin

Dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê bi armanca mayîndekirina dagirkeriya xwe li Efrînê, xwecihên herêmê neçar dikin ku mal û milkên xwe li ser navê çeteyan û biyaniyên li Efrînê hatine bicihkirin, qeyd bikin.

Efrînî tên neçarkirin ku milkên xwe li ser navê çeteyan qeyd bikin
1 îlon, 2023   03:46
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Efrînê neçar dikin ku mal û milkên xwe li ser navên çete, malbatên çeteyan û biyaniyên li Efrînê hatine bicihkirin, qeyd bikin.

Dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê guhartina demografiya Efrînê dewam dikin. Heta niha nêzî 30 avahiyên mêtingehiyê li herêmê hatine avakirin. Li wan avahiyan nêzî 500 hezar biyanî hatine bicihkirin, bi taybet jî Tirkm ku li malên koçberan ên li ser sînorê bi dewleta Tirk a dagiker re tên bicihkirin.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û bal kişand ku dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê li Efrînê siyaseteke xeternak dimeşînin.

Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çete xwecihên Efrînê neçar dikin ku mal û milkên xwe li ser navên çeteyan û biyaniyên lê hatine bicihkirin bi taybet yên Tirkmen qeyd bikin, an jî zextê li xizmên koçberan dikin ku milkên xizmên xwe ên koçber bûne li ser navên dagirkeran qeyd bikin.

7 WELATÎ NEÇARÎ QEYDKIRINA MILKÊN XWE LI SER NAVÊ ÇETEYAN HATIN KIRIN

Şêxo eşkere kir ku 7 welatiyên ji navçeya Şiyê -ji ber sedemên ewlehiyê nasnameyên xwe aşkera nekirin- di bin gefa kuştinê de neçar kirin ku mal û milkên xwe radestî çeteyên “Sultan Suleyman Şah” ên Tirkmen ên di lîsteya cezayan a Amerîkayê de ne, bikin.

Şêxo destnîşan kir ku welatiyekî êzidî yê ji gundê Îska yê navçeya Şêrawa jî neçar hat hiştin ku hektareke zeviyê xwe ku 150 darên zeytûnê lê hatine çandin, radestî wan bike da ku avahiyeke mêtingehiyê ya nû lê ava bikin.

MALAN BI ERZANÎ DIFIROŞIN

Şêxo bal kişand ser rêbazên din ên talankirina mal û milkên xwecihên herêmê jî û ev agahî parve kirin: “Çete û biyaniyên ku dest danîne ser malên xwecihên Efrînê jî bi rêya nivîsgeha Pîşesaziyê ya girêdayî çeteyên Ehrar Şam, bi erzanî difiroşin.”

Şêxo anî ziman ku dagirker bi vê “rêbazê nû” armanc dike kantona Efrînê ji xaka Sûriyeyê qut bike û tev li xaka Tirkiyeyê bike.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku her kesê vedigere kantona Efrînê çarenûsa wan nediyar e û ji bo standina pereyan şantaj li wan tê kirin. Şêxo her wiha eşkere kir ku çeteyên “Sultan Suleyman Şah” li navçeya Şiyê ji bo her kesê vedigere Efrînê li beramberî mayîna di malên xwe de hezar û 500 dolar pere wekî şert diyar kiriye û li welatiyên din jî xeracê ferz dikin.

(fr/c)

ANHA