Bertkên li hemberî tevkariya PDK û ENKS'ê ya bi dewleta Tirk re zêde dibin

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û MSD'ê tevkariya ENKS-PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, tevkariya bi dagirkeran re bê exlaqî û xiyanet e.

Bertkên li hemberî tevkariya PDK û ENKS'ê ya bi dewleta Tirk re zêde dibin
1 îlon, 2023   02:43
ŞEHBA- ZEYNEB ŞÊXO

Bertekên li dijî  tevkariya ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re zêde dibin. Endamên MSD'ê û Meclisa Efrîn û Şehbayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku ne heq e  ENKS'ê ya ku tevkarê dewleta Tirk  e bi navê kurdîtiyê biaxive.

'ENKS'Ê HEVKARÊ DEWLETA TIRK E'

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê-Efrîn û Şehbayê Emîne Xelîl tevkariya ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û anî ziman ku destê ENKS'ê di qetilkirina Efrîniyan de heye.

Emîne Xelîl bang li ENKS'ê kir ku dev ji tevkariya bi dewleta Tirk re berde û wiha dom da axaftina xwe: "Hevkariya ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ne exalqî ye. Em bang lê dikin ku dev ji vê tevkariyê berde û êdî bang li gelê Efrînê neke û nebêje bila vegere warê xwe, ji ber ku di hundirê Efrînê de sûcên kuştin, revandin û destdirêjî têne kirin.''

'BI DESTÊ ENKS'Ê DEMOGRAFIYAYA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TÊ GUHERTIN'

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Keçwan anî ziman ku destê ENKS'ê di guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî de heye û got: "Ji dema ku Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine kirin, li van herêman sûcên qetilkirin, talankirin û wêrankirin têne kirin. Armanca dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiyaya van herêman e. ENKS'ê di van kiryaran de hevkariyê dike. Bila ENKS'ê baş zanibe ku em tevkariya wê ya bi dagirkeran re qebûl nakin."

Xaliya Keçwan got, pirsgirêka Sûriyeyê bi rizgarkirina herêmên dagirkirî çareser dibe û bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin bila guhertina demografîk pêk neyne.

'ENKS'Ê XWE WİNDA KİRİYE'

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê- Şaxê Efrîn û Şehbayê Efiyet Henan got, ENKS'ê ji bilî xiyanetê tiştekî din nizane û her tim hevkariya dewleta Tirk dike û wiha domand: "Ev yek di komkujiya şeva Newrozê ya li navçeya Cindirês de aşkara bû."

Efiyet bang li ENKS'ê kir ku dev ji xeta xiyanetê berde û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurdên ku ziman, çand û nasnameya xwe ji bîr bike bila nebêjin em Kurd in. ENKS'ê ya ku tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike xwe winda kiriye. Em ê jî li Şehbayê berxwedana li hemberî dagirkeran nesekinînin."

Endamê Navenda Têkiliyan a MSD'ê- Şaxê Efrîn û Şehbayê Mihemed Elî Hesen diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi hevkariya bi NY û PDK' ê re kiryarên xwe li tevahî Kurdistanê rewa bike.

Mihemed Hesen destnîşan kir ku PDK'ê dijminê Kurdistanê ye wiha domand: " Dewleta Tirk a dagirker planên xwe bi destê PDK'ê pêk tîne. PDK'ê ne dijminê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tenê ye. Di heman demê de dijminê rizgarkirina Kurdistanê ye. "

Hesen anî ziman ku destê PDK'ê di têkbirina gelek şoreşên Kurdan ên ji bo rizgarkirina Kurdistanê de hebû û der barê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî wiha got: "PDK'ê xeta xiyanetê li hemberî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pejirand, ev yek jî di serdana Ebdulhekîm Beşar a li Efrînê de aşkara bû. Serdana Ebdulhekîm Beşar tevkariya wî ya bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re îsbat dike ku dixwaze dagirkiriya wan herêman rewa nîşan bide. "

Mihemed Hesen diyar kir ku ji 50'ê salan ve dewleta Tirk li Kurdistanê talankirin, wêrankirin û kuştinê dike, lê PDK'ê tu helwest li hemberî wê nîşan nedaye û got, dema ku dewleta Tirk a dagirker nikaribe planên xwe pêk bîne, Kurdan li hemberî hev dide sorkirin.

Hesen bang li PDK'ê kir ku tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re rawestîne û ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî bixebite û got: ''Divê em bi siyasetên dijmin neyên xapandin. Divê em li gorî berjewendiyên dewletan nemeşînin, lê divê em ji bo berjewendiyên gelê xwe kar bikin û rêxistina xwe xurt bikin.''

(bb)

ANHA