Şehîdên operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` li Reqayê hatin veşartin

Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîdên Lîwa El Şemal a Demokratîk li Goristana Şehîdan a Mezreaya HIkumiye oxir kirin ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” şehîd bûbûn.

Şehîdên operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` li Reqayê hatin veşartin
31 tebax, 2023   18:54
REQA

Şêniyên Reqayê, malbatên şehîdan, endamên saziyan û rêveberiyên sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, partî, şervanên QSD, Lîwa El Şemal a Demokratîk li goristana şehîdan a Mezreaya Hikumiye hazir bûn û tev li merasîma oxirkirina her 5 şehîdan bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Hebîb axivî û got: “Her wextê pêwîstiya welat bi ciwanan hebe, leheng bê teredud li gorî rihê nîştimanî, exlaqî û şoreşgerî bangewaziya welêt dibersivînin.”

Hebîb wiha domand: “Her 5 şehîdan banga welêt anîn cih, tev li operasyonê bûn û bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Dûre hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Zîb axivî û got: “Şehîdan di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê û tunekirina DAIŞ`ê de şehîd bûn. Em sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdan dixwazin. Operasyon, nîşan dide ku ew bi fikrê neteweya demokratîk ve girêdayî ne û ji bo sepandina vî fikrî, banga welêt bersivand.”

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûd wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Beşdaran di nav berzkirina “Şehîd namirin” û “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd” de cenazeyên şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA