Li gundewarê Şamê di navbera Firqeya 4′an û komeke çekdar de şer: 5 kuştî

Li gundewarê Şamê di navbera  komeke ciwanên ji bajarokê Zakiye û Firqeya 4′an a hikumeta Şamê de şerekî dijwar rû da. Hate zanîn ku di şer de 3 leşkerên Firqeya 4′an û 2 ciwanên koma navborî hatin kuştin.

Li gundewarê Şamê di navbera Firqeya 4′an û komeke çekdar de şer: 5 kuştî
31 tebax 2023   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva berê di navbera leşkerên Firqeya 4′an a girêdayî hêzên Şamê û komeke çekdar ji şêniyên bajarokê Zakiye yê gundewarê Şamê de şerekî dijwar rû da, di enc,a,ê de 3 leşkerên Firqeya 4′an hatin kuştin, 3 leşkerên din hatin dîlgirtin. Her wiha 2 çekdarên koma navborî hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Ciwanên koma navborî jî malên 3 berpirsên Firqeya 4′an şewitandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), piştî  ku komeke girêdayî Firqeya 4′an kesek kuşt şer derket.

SOHR diyar kir ku dîlgirtiyekî li gel koma ji şêniyên bajarokê Zakiye got, 3 berpirsên Firqeya 4′an mayîn li bajarok bi cih kirin û destên wan di pêkanîna sûcan li dijî sivîlên bajarokê de hene.

(fr)