Eşîrên Sirîn û Tebqayê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman

Şêx û rûspiyên eşîrên navçeyên Sirîn û Cirniyê hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê red kirin û piştgiriya xwe bi hêzên Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re anîn ziman.

Eşîrên Sirîn û Tebqayê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman
31 tebax 2023   10:41
KOBANÊ

Şêx û rûspiyên navçeya Sirînê ya herêma Firatê û navçeya Cirniyê ya gundewarê bakur ê Tebqayê piştgiriya xwe bi Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re nîşan da, ku QSD′ê di 27′ê Tebaxê de li dijî şandeyên DAIŞ′ê, sûcdar û bazirganên madeyên hişbirê daye desptêkirin û di roja xwe ya 5′an de dewam dike.

Daxuyaniya li Sirînê bi amadebûna şêx û rûspiyên navçeyê ji aliyê şêxê eşîra Umeyrat, Hemîd Îbrahîm Hemîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şêx û rûspiyên Kurd, Ereb û Tirkmen ên Sirîn û Cirniyê hewldanên kişandina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi fitneyeke taîfî şermezar kirin û gotin: "Tiştên ku bi navê eşîran li Dêrazorê têne kirin, me eleqedar nake. Hêzên Sûriya Demokratîk ji zarokên tevahî eşîran pêk tê ku erka xwe ya parastina gel ji şaneyên DAIŞ ên terorîst pêk tînin. Me şerê terorê kir û di têkoşînê de berdewam in."

Şêx û rûspiyên eşîran piştgiriya xwe bi QSD û sîwana wê ya siyasî (MSD) re anîn ziman û gotin: "Em ê bi hêzên xwe yên leşkerî û Meclisa Sûriya Demokratîk  rebin, ji ber ku projeya wan a yekane ye ku mafên tevahî pêkhateyan diparêze."

(bb)

ANHA