Amadekariyên lidarixstina Mîhrîcana Hunera Zarokan

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amakariyên lidarxistin Mîhrîcana Hunera Zarokan têne kirin ku dê li hinek herêman sibe dest pê bike.

Amadekariyên lidarixstina Mîhrîcana Hunera Zarokan
31 tebax 2023   10:10
QAMIŞLO-BESNE ŞEMO

Desteya Çanda û Huner bi sponseriya Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Hunera Zarokan dike. Mîhrîcan bi armanca pêşxistina behreyên hunerî yên zarokan tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de dê stran, şano, wênexêz û karên destan hebin.

Desteya Çand û Hunerê ji bo mîhrîcanê komîteya amadekar ava kir. Ew komîte ji 4 endamên çavdêr pêk tê ku perwerdeyan li dar dixin, cil, navend û dikayan amade dikin.

Têkildarî amadekariyên mîhrîcanê li kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê, li gorî komîteya amadekar, Navenda Mezopotamya ya Çand û Hunerê bi tevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn l amadekariya lidarxistina 8 ′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li ser asta herêma Cizîrê dike. Mîhrîcan wê bi dirûşma "Zarok ji bo azadiya biskên rêsayî ne" were lidarxistin.  Mîhrîcan dê sibe (1′ê Îlonê) dest pê bike û wê 3 rojan dewam bike. Mîhrîcan dê Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê bê lidarxistin. 37 komên hunerî yên pêkhateyên kantonê dê tev li mîhrîcanê bibin ku temenên navbera 8 û 15 saliyê de ne.

Çaverê ye, komên beşdar mûzîk, stran, şêwekarî, wênexêzî, dîlan û pêşbirkên li ser agahiyan pêşkêş bikin.

Li gorî komîteya amadekar,  zarok ji nêzî mehekê ve perwereyên li ser stran, şano û dîlanan distînin.

Têkildarî beşdariya di mîhrîcanê de, zaroka bi navê Kilyana Atif Xelîl û Hêlîn Mazin Lewend ên ji bajarê Qamişloyê kêfxweşiya xwe ya beşdariya mîhrîcanê anîn ziman û got, mîhrîcan ji bo wan derfeteke da ku behreyên xwe yên şanoyê bidin nîşandan.

Girêdayî herêma Firatê jî Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn Firatê amadekariya lidarxistina 6′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan bi diruşma"Zarok hêviya pêşeroja azad in" dike. Mîhrîcan  dê di 2′yê Îlonê de li ser asta herêma Firatê dest pê bike û dê 2 rojan dewam bike. Ji derdora mehekê ve amadekariyên lidarxistina vê mîhrîcanê tên kirin.

Li gorî endama komîteya amadekar Dicle Bozan, mîhrîcan dê bi meşekê dest pê bike. Meş dê ji Qada Jina Azad dest pê bike. 20 komên huner, di nav de 12 kom girêdayî Navenda Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn a Sirînê û yên kantona Kobanê ne û 8 tîmên ji Tebqa, Reqa, Minbic û Eyn Îsayê dê tev li meşê bibin.

Ji bo çavdêriya perwerdekirina koma komîte hatine hilbijartinan. Di van rojên dawîn de perwerde zêde bûn.

Li ser asta kantona Hesekê jî amadekariyên mîhrîcanê bi xurt dewam dikin. Mîhrîcan wê sibe bi dirûşma "Zarok hêviyên jiyanê ne, jiyan bi zarokan xweş dibe" li Navenda Serdemê ya bajarê Hesekê dest pê bike û du rojan dewam bike. 17 komên hunerî yên ji navçe û bajarên kantonê dê beşdarî mîhrîcanê bibin.

Li Helebê jî amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Hunera Zarokan têne kirin. Mîhrîcanê wê  di nîvê Îlonê de dest pê bike û du rojan dewam bike. 9 komên zarokan wê beşdarî mîhrîcanê bibin. Mîhrîcan dê li ser dika şanoyê ya li qada Cebanat a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê were lidarxistin.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0NevtUwKr1I?si=bGngQxqOxnw_T4LG" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vb8FZllFZrU?si=dP6iGJOYX7fLx_qf" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>