Milîsên li Lîbyayê çareseriyê asteng dikin

Aloziyên komên çekdar û çeteyan ên li Lîbyayê berdewam in, nemaze yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Li gel rewşa ewlehiyê ya girêk li piraniya bajarên Lîbyayê, hema bêje rojane bi hev dikevin. Gelo li gel vê rewşê behskirina hilbijartinan yan jî vegera dewleta Lîbyayê pêkan e?

Milîsên li Lîbyayê çareseriyê asteng dikin
29 tebax 2023   03:49
QAHÎRA-MUHSIN EL MISIRÎ

Di çend rojên dawîn de, şerên dijwar li Terabulsê di navbera milîsên girêdayî hikumetê û yên meclisa serokatiyê de pêk hatin. Ev şer, asta trajediya li Lîbyayê nîşan dide.

Li gor dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, çekdarên Lîwa 444 a Wezareta Parastinê ya hikumeta El Debîbe û Hêza El Redi ya Meclisa Serokatiyê yên li paytextê serwer in, bi hev ketin. Di encamê de 55 kes hatin kuştin û 150 kesên din birîndar bûn. Piştî ku hêza El Redi ya ku balafirgeha Matîqa ya Terablusê xistiye bin serweriya xwe, fermandarê Lîwa 444 Mehmûd Hemze dema ku hewl dida ku biçe Misratayê girt.

Ji van pevçûnan, diyar dibe ku dewleta Lîbyayê nikare hilbijartinên ku lîbyayî li bendê ne, li dar bixe. Nemaze ku hemwextî van pevçûn û şeran di aliyê siyasî de, nermbûn çêbû ku di encamê de Meclisa Parlamentoyê û ya Bilind a Dewletê li ser hin xalên nakok ên qanûnên hilbijartinan, li hev kir.

Li gor raporên navneteweyî, li Lîbyayê zêdetirî 2 hezar komên çedar hene ku Tirkiye bi tenê nêzî 19 hezar çeteyên sûriyeyî derbasî Lîbyayê kirin û nêzî 10 hezar çekdarên tundraw ên biyanî yên ji dewletên cuda hene.

BINPÊKIRINÊN DUBAREKIRÎ

Ev ne cara yekê ye, komên girêdayî saziyên fermî yên dewletê bi hev dikevin. Di 12`ê Gulanê de, tugaya Fursan Cenzo û tugaya 55 a ji herêma Siyad a qebîleya Werşfane ya rojavayê Terablusê bi hev ketin. Di wî şerî de her du aliyan tevahî cureyên çekan bi kar anîn. Di encamê de rê û dikan hatin girtin û tirs di nava niştecihên bajêr de belav bû.

Piştî wê bi çend rojan tam di 19`ê Gulanê de şerekî dijwar di navbera Hêzên Cîhaz El Redi û Lîwa 444 de li Terablusê qewimî. Ew jî tirseke mezin di nav welatiyan de çêkir.

Milîsên çekdar demeke berê li hember operasyona leşkerî ya hikumeta Wehda El Wataniye ya li dijî qaçaxan ragihandiye, rêya beravê ya di navbera Terablus û Zawiye de girt.

ROLA TIRKIYEYÊ

Piraniya bajarên rojavayê Lîbyayê di serî de Terablus, di bin kontrola milîsên çekdar ên hikumetê û Meclisa Serokatiyê de ne.

Tirkiye bi awayekî mezin destwerdana Lîbyayê kir. Piştgirî da Hikumeta Wîfaq El Watanî ya bi serkêşiya Fayiz El Seraj. Pê re lihevkirineke leşkerî sala 2019`an îmze kir. Li gor wê peymanê, bi dehan çete û çekdarên alîgirên Tirkiyeyê derbasî Lîbyayê bûn. Lê belê tevahî hewldanên navneteweyî ji bo derxistina wan çeteyan heta niha bi bin ketin.

Pispor û çavdêr diyar kirin ku hebûna milîsan, hewldanên çareserkirina aloziyê asteng dikin, li ser serdestiya mayî ya Lîbyayê gef in nemaze ku şer û pevçûn di navbera fermandarên wan milîsan de dubare dibin. Her wiha hin aliyên siyasî û partî ji bo ku desthilata xwe xurttir bikin, destekê ji wan milîsan dixwazin.

JI HIKUMETÊ BI HÊZTIR IN

Der barê mijarê de lêkolînerê siyasî Ehmed Erabî got: “Şer û pevçûnên vê dawiyê li Terablusê di navbera komên çekdar ên hikumeta El Wehda El Wataniye de, doza hevrikiyê di navbera komên çekdar de dîsa xist rojevê, nemaze ku rêveberiya wan a giştî nîn e. Her wiha li herêma rojavayê welêt jî, tevliheviya çek heye.”

Erabî wiha diyar kir: “Şer, destnîşan dikin ku rêveberî û kontrol li ser dezgehên ewlehiyê yên rojavayê Lîbyayê nîn e û rewşa kirîtîk a ewlehiyê li welêt teqez dike. Ev şer îstiqrara tenîk a li paytextê têk bir. Ev geşedanên dawîn hewldanên afirandina şert û mercên guncew ji bo lidarxistina hilbijartinan, asteng dikin. Her wiha xuya dikin ku pêwîstî bi hilbijartinên rewa û yekkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê heye. Aşkera dikin ku çawa komên çekdar hegemonya xwe li welêt sepandine nemaze ku hevrikiya di navbera wan de ji 2011`an ve berdewam e.”

Erabî diyar kir ku şerên li Terablusê aşkera kirin ku hikumeta Wehda El Wataniye, li ser paytextê ne hakim e. Li gor Erabî li gel ku gelek sazûmaniyên çekdarî yên sereke bûne yek û xwedî desthilatek û hegemonyeke mezintir bûne, hevrikî gihaştiya lûteya herî jor û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê hesab ji van komên çekdar bê pirsîn, ji ber tundiya li dijî sivîlan pêk tînin. Ji bo ku mîna van şer û pevçûnan dubare nebin.”

Bi nêrîna Erabî, nebûna îstîqrarê li Lîbyayê bi awayekî neyînî bandor li beravên bakurê Afrîkayê kiriye ku rê li pêşiya koçberiya nerewa vekir û derfet da komên çekdar ji herêma başûrê beyarê xwe bigihînin Deryayê Spî.

HEWLESTA NAVNETEWEYÎ

Nêrîna lêkolînera kar û barên Lîbyayê Merwa Mihemed jî wiha bû: “Şer û pevçûnên li Terablusê, ne ya yekemîn in û dem demê ji ber hevrikiya di navbera komên çekdar de yên ku dixwazin hegemoya xwe ferz bikin, dubare dibin.”

Merwa wiha domand: “Ya herî girîng ew e ku rojava û Ewropa helwesta xwe ji van koman diyar bikin. Desteka ku didin hikumeta di bin hegemoya komên çekar ên li Trablusê de rawestînin.”

Merwa di wê baweriyê de ye ku tu fermandarek siyasî nikare van koman bixe bin kontrola dewletê û wiha pê de çû: “Civata navneteweyî dehf dide meclisên parlamento û bilind a dewletê ku li ser hin xalên nakok ên qanûnên hilbijartinan li hev bikin û di zûtirîn dem de hilbijartinan li dar bixin.”

Merwa destnîşan kir ku eniyên siyasî anku aliyên siyasî yên cuda, destekê didin van koman ji bo ku parastinê ji wan re peyda bikin û erkên wan dabîn bikin.

Tevî van nirxandinan jî, Merwa geşbîn e ku geşedanên dawîn ên mîna, civîna sêalî ya Bingaziyê ya di navbera serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El Minfî, fermandarê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hafter û Serokê Meclisa Parlamentoyê Eqîle Salih de pêk hatî, hêviyekê çêdikin ku derfet heye alozî çareser bibe û rê li pêşiya aliyên siyasî vebibe ku dest bi diyalogê bikin.

Li gorî Merwa, dem hatiye ku bilez planeke giştî ya diyar bê dayîn ji bo ku tevahî milîs anku komên çekdar ji Lîbyayê di bin çavdêriya NY`yê de derkevin û divê Tirkiye piştgiriya vê planê bike, ji ber ku wek Merwa şîrove kiriye, beyî derketina van koman, ne pêkan e ku hikumeteke bihêz ji bo birêvebirina kar û barên welêt, ava bibe.

Merwa bang li Tirkiyeyê kir ku aşkera bike piştgiriya kijan aliyê Lîbyayê dike û çarenûsa lihevkirinên leşkerî yên bi hikumeta Terablusê re îmze kirine zelal bike û heke derfet heye, careke din ev lihevkirin werin pênasekirin.

Der barê çarenûsa hilbijartinan de, Merwa got: “Heke qanûnên hilbijartinan pêk neyên û lihevkirin li ser xalên nakok çênebin, bawer nakim ku îsal hilbijartin li dar kevin.”

(şx)

ANHA