Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk herêma Biradost bombebaran kirin

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker, deverên çend gundên herêma Biradost bombebaran kir lê der barê ziyanên canî û madî de tu agahî nehatine bidestxistin.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk herêma Biradost bombebaran kirin
28 tebax 2023   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmê, balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker çiyayên Sorik, Şekîf, Tarsa, Maremela, Rûbiyê û Durêyan yên herêma Biradost bombebaran kirin.

Hate zanîn ku heta niha jî balafirên bêmirov li esmanê deverê difirin û dengê wan ji nêzîk ve tê bihîstin.

Her wiha di encama bombebaranan de welatiyên deverê tirsîne û heta niha der barê encamên bombebaranan de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.