Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan

3'yemîn Mîhrîcana Marduthu ya Çand û Hunera Suryan li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan
Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan
Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan
Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan
Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan
Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan
Li Qamişloyê Mîhrîcana Marduthu a  Çand û Hunera Suryan
25 tebax, 2023   19:12
QAMIŞLO

Komeleya Çanda Suryan a Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê 3'yemîn Mîhrîcana Marduthu ya Çand û Hunera Suryan li dar xist. Mîhrîcan li Calouste Gulbenkian a bajarê Qamişloyê, bi amadebûna bi sedan endamên partî, rêxistin, saziyên civaka sivîl û saziyên çandî yên suryanî û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Koma Keşaf mûzîkê ya girêdayî Komeleya Çanda Suryan berhemek pêşkêş kir. Piştre nûnerê komeleyê Îbrahîm Admo axaftina destpêkê kir û got: "Çanda Suryan ji kurahiya dîrokê ye ku vedigere hezarên salan, tu kes nikare vê yekê înkar bike. Em di Komeleya Çanda Suriyan de vê çandê zindî dikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis mîhrîcan li pêkhateyê Suryan pîroz kir û  diyar kir ku lidarxistina vê mîhrîcanê berhemên têkoşîna ji bo edalet, azadî û rûmetê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Yûnis bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku têkoşîna li hemberî siyaset û komployên ku projeya demokratîk a herêmê dikin hedef, xurt bikin.

Piştî axaftinan, Koma Koral Tûma Nehro, Koma Keşaf, Koral Dar Namo Fayeq, Koma Folklor a Komeleya Çanda Suriyan, Komar Athra ya folklore Suryan, Koma Folklor a Rêxistina Asûr a Demokratîk, Koma Înana Dar Namo Fayeq û Koma Barmaya a Folklorîk hunerên xwe pêşkêş kir. Her wiha helbest hatin xwendin.

Di dawiyê de wêneyên Mesîh û hinek wêneyên ku balê dikişîne ser çand û kevneşopiya Suryan hatin pêşandan.

Mîhrîcan wê roja Yekşemê (27'ê Tebaxê) li hola Marbela ya bajarê Hesekê were lidarxistin.

(bb)

ANHA