Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin

Koberên Efrînê yên di kampan de dijîn, ji bo debara xwe bikin hem destkariyan çêdikin hem jî di nava zêviyan de dixebitin.

Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin
Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin
25 tebax, 2023   05:44
ŞEHBA

Jinên efrînî ku di 2018’an de koçberî Şehbayê bûne, ji bo xwedîkirina malbatên xwe kar dikin û li dijî siyaseta dewleta Tirk û hikumeta Şamê ya qirkirin û çewisandinê berxwedana xwe mezintir dikin.

Fîdan Îbrahim 79 salî ye û ji navçeya Bilbilê ye. Niha li Kampa Berxwedan dimîne. Di zarokatiya xwe de ji dayika xwe fêrî dirûtinê û çêkirina destkariyan bûye. Piştî ku dizewice jî karê xwe dewam dike. Fîdan ji dirûtinê gelekî hez dike, bi taybet jî yên herêma Efrînê. Bi derketina ji Efrînê re wê hemû milk û malên xwe ji dest dan, lê naxwaze karê xwe jî ji dest bide û karê dirûtinê didomîne.

Fîdan cil û bergên kevn tîne cem hev û ji nû ve bi makîneya destan didirû. Niha ew ji aliyê hemû kesên li kampê ve tê naskirin. Bi vî karî debara malbata xwe dike û di warê derûnî de jî hinekî êşa penaberiyê sivik dike.

Sîham Henan a ji gundê Naza jî dibêje  gelê Efrînê ji dema ku ji Efrînê koçber bûye, êşa wan zêdetir bûye û wiha axivî: “Ez 5 sal e di zeviyên çandiniyê de li kantona Şehbayê kar dikim. Dema em li Efrînê bûn, karkeran di nava zeviyên me de kar dikir lê ji ber rewşa koçberiyê niha em di zeviyên xelkê de kar dikin. Çi dibe bila bibe jî berxwedana me ji bo vegera li Efrînê ye.”