Li Idlibê 13 çete hatin kuştin

Li gundewarê bakur ê Idlibê, di êrişên hewayî yên hêzên Rûsyayê de 13 çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" hatin kuştin.

Li Idlibê 13 çete hatin kuştin
22 tebax, 2023   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê  herêma navbera bajarokên Meret Misreyn û Şêx Behir ên li bakur ê Idlibê bombebaran kir. Di heman demê de balafirên şer û keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê geriyan.

Şevê din hêzên Rûsyayê li ser çatrêya Korîn a derdora bajarê Idlibê li baregeheek çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" xist. Di encamê de 13 çete hatin kuştin.

Li gorî SOHR, ji destpêka îsal ve di encama êrişên asîmanî yên Rûsyayê yên li herêmêa "Bêçek" de, 40 kes hatin kuştin û zêdetirî 46 kesan birîndar bûn.

(fr)