Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 3'yemîn de ne

Li Siwêdayê xwepêşdan û girevên giştî di roja sêyemîn de dewam dikin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 3'yemîn de ne
22 tebax, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Beka, Merdek, Mecadil, Siwer, Wesale, Reha, Semîi, Micêmir, Erman, Qeriya û Heran  ên Siwêdayê girevên giştî û xwepêşandanên gel ên li dijî rewşa debarê ya xirab di roja sêyemîn de dewam dikin.  Xwepêşdanderan xwestin rejîma Beşar Esed were hilweşandin û got, ew ê girevên giştî dewam bikin heta ku daxwazên wan bi cih werin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh, ragihndibû ku bi sedan welatiyên Siwêdayê li qada ′Seyr′ a li naverasta bajêr xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşdanan dirûşmên "Beşar biçe", "Gelê Sûriye yek e" û "Em girtiyan dixwazin" berz kirin.

Bi dehan welatiyên bajarokê Erîqa yê rojavayê Siwêdayê xwepêşadan li dar xist û banga pêkanîna biryara 2254′an kir. Li gund û bajarokên Hewiya, Qenewat, Mecadil, Rîme Hazim, Welga, Kefer û Zêbîn gireveke giştî pêk hat.

(fr)