Dîrektorê Unite The Unionê: Ji bo guherandina polîtîkayên li Îmraliyê em ê her tiştî bikin

Simon Dubbins xuya kir ku tecrîd û êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan, li dijî Kurdan û hemû kesên ji bo demokrasî û aştiyê tê dikoşin, têne meşandin û got "Êriş parçeyekî stratejiya Erdogan in û armanca wan ew e ku bala raya giştî bidin aliyekî din. Ji bo guhertina vê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Dîrektorê Unite The Unionê: Ji bo guherandina polîtîkayên li Îmraliyê em ê her tiştî bikin
19 tebax, 2023   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Unite The Union ku yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê ye û bi daxuyanî û çalakiyên xwe yên li dijî sîstema îşkenceyê ya 25 salan a li dijî Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê derketiye pêş, dîrektorê wê yê navneteweyî Simon Dubbins li ser tecrîd û têkoşîna wan a li dijî tecrîdê ji ANHA'yê re axivî.

Simon Dubbins di heman demê de endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî (Freedom for Ocalan) ya li Brîtanyayê ye. Dubbins tecrîd wek “nayê qebûlkirin” û êrişên dagirkeriyê jî wek “kirêt” bi nav kirin.

'TECRÎD GELEKÎ KIRÊT Û DERMIROVÎ YE’

Simon Dubbins diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan pir kirêt û dermirovî ye û got neteweyên Yekbûyî (NY) 'Rêgezên Nelson Mandela' yên li dijî îşkence û tecrîdê û normên navneteweyî yên bi heman rengî hene, lê ew li Îmraliyê bi cih nayên.

Dubbins diyar kir ku divê rayedarên dewleta Tirk hurmetê nîşanî mafên Rêber Abdullah Ocalan bidin û tavilê destûrê bidin serdanên malbat û parêzerên wî û wiha axivî:  “Ji bilî hurmeta li mafên bingehîn ên mirovan ên birêz Ocalan, divê rayedarên Tirk li rêya diyalogê vegerin. Ji bo rêya aştiyê bê dîtin divê dest bi muzakereyan bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê bikare ji bo pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê û herêmê bi rola xwe rabe.”

'ÊRIŞ BI TENÊ LI SER ÎMRALIYÊ NÎN IN'

Simon Dubbins diyar kir ku êriş ne tenê li ser Îmraliyê ne û got: "Çi li hundir çi jî li derveyî sînorên Tirkiyeyê, li dijî civaka sivîl a ji bo demokrasî, wekhevî û aştiyê tê dikoşe û li dijî hemû Kurdan êriş heye.”

Dubbins da xuyakirin ku ev êrişa Erdogan bi pêş xist, parçeyek ji stratejiya wî ya ji bo avakirina tifaqa olperest-muhafazekaran û neteweperestan e û got: “Dewleta Tirk dixwaze koalîsyona xwe ya bêîstikrar bi vê yekê re li cem hev bihêle û bala gel bikişîne ser tiştên din. Êrişa giran a li hemberî birêz Ocalan divê wek parçeyekî stratejiya Erdogan a ji bo xwe li ser desthilatê bihêle, were dîtin û rastiya ku hê jî vê êrişê giran dike, nîşan dide bê ka Erdogan û hikumeta wî çi qasî qels û bê îstiqrar in.”

‘HENEKÊN XWE BI SOZÊN XWE DIKIN’

Simon Dubbins li ser bêbendiya navneteweyî ya li hember tecrîdê jî got: "Civata navneteweyî li hember rewşa li girava Îmraliyê bi awayekî şermok bê deng û bê helwest e. Destûrdayîna ji dewleta Tirk re ku endama NATO û Konseya Ewropayê ye, bi vî rengî muameleyê li girtiyekî bike, wekî ku henekên xwe li sozên xwe yên ji bo mafên mirovan dikin.”

‘BÊDENGIYA LI HEMBERÎ ÎMRALIYÊ Û ÊRİŞÊN DAGIRKERIYÊ KIRÊT E’

Simon Dubbins êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan wek “kirêt” nirxandin û ev pirs kir: “Li hember dagirkirina neqanûnî ya ji aliyê Rûsyayê ve ya li Ukraynayê disekinin, lê çima tu opozîsyoneke navneteweyî ku bi dengekî bilind behsa dagirkerî û destdirêjiya neqanûnî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake? Çima şermezarkirineke navneteweyî li dijî êrişên leşkerî yên li bakurê Iraqê nîn e? Û çima hovîtî û dehşeta dewleta Tirk li dijî gelê xwe dike, bi dengekî bilind li qada navneteweyî nayê şermezarkirin?”

Dubbins got: “Heta ev bêdengî û tevkariya sûc a li ser van mijaran hebe, mixabin ne balkêş e ku civaka navneteweyî li hemberî îşkence û pêkanînên xirab ên li Îmraliyê yên li dijî birêz Ocalan û girtiyên din bê deng dimîne.”

‘JI BO GUHERTINA REWŞÊ ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN’

Dubbins ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li ser xebat û plansaziya sendîkayan ev agahî parve kirin: "Li Brîtanyayê gelek sendîka hene ku bi temamî destekê didin kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî' û fêm dikin ku azadiya Ocalan ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde li Tirkiye û herêmeke berfireh girîng e. Hemû alîgirên kampanyayê, li Brîtanya û qada navneteweyî dijwarbûna êrişên li ser Ocalan wek parçeyekji êrişa berfireh a li dijî Kurdan, kesên aştî, demokrasî û wekheviyê dixwazin, dibînin û banga aştiya navneteweyî dikin. Bê guman her kes piştgiriyê dide banga rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo qet nebe mafên bingehîn ên mirovan neyên binpêkirin û ferdên malbatê û ekîba wî ya hiqûqî bikarin careke din biçin serdana Ocalan. Niha tu agahiyeke me nîn e ka birêz Ocalan bi rastî dijî yan jî rewşa wî ya tendiristiyê çi ye. Ev yek teqez nayê qebûlkirin û ji bo guhertina vê rewşê em her tiştî dikin û em ê vê bidomînin. Ji bo ku em di konferansên xwe yên sendîkayê de rewşa birêz Ocalan nîqaş bikin, em civînan didomînin. Bi heman awayî em pirsgirêka birêz Ocalan di rojevê de dihêlin û ji parlamenteran dixwazin pirsgirêkê bixin rojevê. Divê piştgiriyek zêdetir ji bo vê li Ewropa û civaka navneteweyî bê kirin.”

‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN ŞERTÊ PÊŞÎN Ê AŞTIYÊ YE’

Simon Dubbins da xuyakirin ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî û aramî ji bo her kesî girîng e û destnîşan kir ku şertê pêşîn ê vê yekê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Tevgera me ji bo avakirina pêvajoya aştiyê, ji bo destekkirina daxwaza bidawîkirina êrişên li ser birêz Ocalan, ji nû ve agahîgirtina ji wî û serbestberdana wî, ji niha ve gelek tişt kiriye. Lê ji bo avakirina destkeftî û fişara navneteweyî em dikarin zêdetir tiştan bikin. Ji bo ku em zextê li rayedarên Tirk bikin û zorê bidinê ku tecrîd bi dawî bibe, divê em hikumet û saziyên navneteweyî seferber bikin. Ji bo vê divê em ji bo avakirina kampanyayeke navneteweyî ya berfirehtir û xurttir çi ji destê me bê bikin.”