`Hedefgirtina pêşeng û fermandarên şoreşê hedefgirtina şoreşê û destkeftiyên wê ye`

Endama Fermandariya YPJ'ê Rohilat Efrîn destnîşan kir ku şehîd Sosin Efrîn sembola têkoşîna azadiya jinan a di şoreşa 19'ê Tîrmehê de ye û şehîd Rênas Roj mînaka fermandarê rastîn ê parastina destkeftiyên şoreşê ye. Rohilat Efrîn soz da ku tola şehîdan hilînin û armancên wan pêk bînin.

`Hedefgirtina pêşeng û fermandarên şoreşê hedefgirtina şoreşê û destkeftiyên wê ye`
20 tebax, 2023   00:35
HESEKÊ-ARAM EHMED-SÎBELCAN SELMAN

Endama fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn bi wesîleya salvegera 2`yemîn a şehadeta fermadarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat, Rênas Roj ji ajansa me re axivî.

Endama Meclisa Leşkerî ya YPJ û Meclisa Leşkerî ya QSD`ê Sosin Bîrhat û fermandar Egîd Girkê Legê, Seyfullah Ehmed, Rûbar Hesekê 19`ê Tebaxa 2021`an di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî avahiya têkiliyên leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn.

Di heman rojê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Rêna Roj bi êrişeke hewayî de li ser rêya Qamişloyê şehîd bû.

Rohilat Efrîn destpêkê hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn û kurtetêkoşîna wan di şoreşa 19`ê Tîrmehê de û rizgarkirina herêmên vegot.

Rohilat der barê şehîd Sosin de got: “Dema tev li şoreşê bû sala 2013`yan şehîd Sosin li Heleb û Kobanê xebatên civakî dimeşand. Ji bo pênasekirina jinan û birêxistinkirina wan kar û xebat meşand. Li herêmên cuda yên Sûriyeyê karê meydanî kir. Wekî hûn dizanin Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin ku li hember zihniyeta baviksalar û êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker tê koşiya. Şehîd Sosin pêşeng bû, mohra xwe di şerê gel ê şoreşgerî li Helebê de da û xelkê wê bi rêxistin kir. Şehîd Sosin di pêşengiyê û birêxistinkirina berxwedana Helebê de xwe kir sembol.”

Rohilat Efrîn wiha domand: “Di heman demê de di şoreşa Rojava de, li ser astên civakî, fikrî û leşkerî şehîd Sosin, roleke pêşeng lîst. Nemaze ku YPJ`ê gihand wê astê ku roleke çalak bilîze û ev erk hilda ser milê xwe.”

Rohilat diyar kir ku dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, wek her keçeke efrînî Sosin xwest tola şehîdan ji êrişker û dagirkeran hilîne û got: “Bi rêya bi rêxistinkirin û perwerdekirina YPJ`ê û tevlêbûna şerê gel ê şoreşgerî, rolek di berxwedana li hember dagirkeran de lîst. Li herêmên ku xebat kiriye û heta di nav YPJ`ê de, baweriyên xwe anîn cih. Her wiha hişmendiya li Helebê pê kar kiriye li herêmê belav kir da ku destkeftiyan biparêze û Efrîna dagirkirî rizgar bibe.”

Der barê êrişa balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li dijî şehîd Sosin û hevalên pê re de Rohilat Efrîn got: “Bêguman şehîd Sosin, roleke pêşeng di fermandariya YPJ`ê de lîst. Hedefgirtina mîna van fermandaran, hedefgirtina YPJ`ê, mîras û hêza wê ye. Hedefgirtina şoreşê û destkeftiyên wê ye. Bi vê êriş, me fêm kir ku armanca hedefgirtina fermandaran têkbirina şoreşê û hêzên wê ye.”

Têkildarî kurtedîroka têkoşîna şehîd Rênas Roj, Rohilat Efrîn got: “Şehîd Rênas Roj ji Rojilatê Kurdistanê ye. Malbata wî xwedî mîraseke mezin a şehîdan e. Di oxira xilasiya ji zulm û çewisandinê tev li Şoreşa Rojava bû. Şehîd Rênas mînaka fermandarê rastîn ê parastina destkeftiyên şoreşê û gelê herêmê ye.”

Rohilat wiha pê de çû: “Hedefgirtina wî, îsbat dike ku dijminên kurdan, qebûl nakin ku ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê tev li şoreşê bibin. Di nav de dewleta Tirk a dagirker heye. Hedefgirtina şehîd Rênas, hedefgirtina nirxên şoreşê, berxwedan û destkeftiyên wê ne. Ji ber wê hewldan di şexsê wî û hedefgirtina fermandaran de şoreşê û hêzên parêzvan tune bikin.”

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku hêzên leşkerî yên herêmê YPJ, YPG, QSD`ê bi armancaên şervan û fermandarên wan ên şehîd ve girêdayî ne û got: “Em şehîd Sosin û Rênas û hevalên wan ji xwe re dikin pêşeng. Em nahêlin kesek dest bide ewlehiya axa me û destkeftiyên me.”

Rohilat îşaret bi girîngiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û destkeftiyên hatine bidestxistin, bandora wê li ser gelê herêmê, Kurdistanê û cîhanê kir û wiha domand: “Rihê neteweyî kurdiyatiyê her kes di bin sîwana şoreşê de kir yek. Cewhera şoreşê li ser bidawîkirina zulm, çewisandin û pêkanîna edalet û wekheviyê ava bûye. Ev cewher bala bi hezaran xelkê herêmê, Kurdistanê û cîhanê kişand ku tev li hêzên parêzevanên wê bû.”

Rohilat ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê em ji bîr nekin, tevahî ciwanên Kurdistanê tev li vê şoreşê bûn. Tevlêbûneke berfireh ji welatên rojavayî û biyanî heye. Pêkhateyên herêmê jî tev lê dibin. Şehîd Sosin ji Efrînê bû, şehîd Rênas ji Rojhilat bû, şehîd Egîd ji Girkê Legê bû, şehîd Rûbar ji Hesekê bû. Tevahî di parastina şoreşê de şehîd bûn. Şehadeta wan rihê neteweyî û girîngiya şoreşê nîşan dide."

Rohilat Efrîn diyar kir ku Şoreşa Rojava ne şoreşa beşeke biçûk a dinyayê ye lê belê şoreşek ji bo xizmeta tevahî gelan e ji ber wê, her kes tev lê bûn. Rohilat eşkere kir ku ew li ser soza xwe ne ta armancên xwe bihînin serî

Di dawiyê de Rohilat Efrîn got: “Em ê hesab ji dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê û ji xayînan bipirsin. Em dê tola şehîdan hilînin.”

(şx)

ANHA