ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-8-2023
13 tebax, 2023   23:00

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîd û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan red kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin û gotin: "Em dixwazin ew di nav me de be." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rizgarkirina Minbicê pêşî li planên dewleta Tirk ên dagirkirina kurahiya Sûriyeyê  girt. Piştî rizgarkirinê Rêveberiya Sivîl a Minbicê di hemû qadan de destkeftiyên mezin bi dest xistin û hevgirtina pêkhateyan xurt kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed, destnîşan kir ku divê Kurd ji tecrubeyên dîrokî dersan bigirin û bi pêkanîna kongreya netewî re hêza sîyasî û leşkerî derxînin holê.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gor çavdêran, civîna Erdogan û rayedarên Ixwan Muslimîn dibe ku hewldanek be ji bo ku komê û rêveberiyê wê xilas bikin nemaze ku kom rûbirûyî hilweşînê ye. Her wiha bandor li pêşeroja têkiliyan û normalîzekirina Tirkiye bi Misirê û dewletên Kendavê re dike.

Cotkarên kantona Şehbayê ya dorpêçkirî piştî gelek zehemtiyan di çandina pîvazan de ji ber dorpêçê, berhema xwe ya pîvazan berhev dikin. Dorpêç, nebûna madeyên pêwîst ji bo çandiniyê û bihabûna wê, bandor li berhemê kir ku îsal kêm hate çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî 15`ê Tebaxê li navenda çand û hunerê semînerekê dide saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mala Êzidî ya Helebê Mem Zekî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi bîr tîne saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa navçeya Til Birakê bi boneya pêngava 15`ê Tebaxê xwepêşandanek li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê şehîdên Tîrmehê li goristana Şehîd Dîjle bi bîr tîne saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)